Rojnamevan Omer Kerîm bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser akademîsyen û rojnamevanan, wiha peyîvî; “Dewleta Tirk bi çavsorane êrîşê ser rojnamevan û akademisyenan dike. Li Tirkiyeyê her kesê piştgiriya mafê Kurdên Bakûrê Kurdistanê bike, dibe hedefa hikûmeta AKP û dewleta Tirk. Ev rastiyeke. Dewleta Tirk bi girtina akademîsyen û rojnamevanan sûcek din li sûcên xwe zêde dike.”

 Omer Kerîm bal kişande ser berxwedan û têkoşîna Kurdan li Bakûrê Kurdistanê û wiha got; “Îro li Bakûrê Kurdistanê xweseriyek demokratîk û mafdar hatiye ragihandin. Bêguman ev mafê Kurdên Bakûr e. Em weke rojnamevanên Başûrê Kurdistanê di heman demê de li pişt vê daxwaza Kurdên Bakûrê Kurdistanê ne. Divê çapemeniya Başûrê Kurdistanê hîn zêdetir û şêweyek rasteqîne cih bide vê berxwedanê.”

Rojnamevan û helbestvan Jawên Şalî ku girtina akademîsyen û rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir, wiha peyîvî; “ Rojnamevan û akademîsyen dema li Tirkiyeyê qala mafê Kurdan dikin, dewleta Tirk û desthilata Erdogan wan dike hedefa xwe.Li Başûrê Kurdistanê jî êrîş û zextên ser rojnamevanan hene. Rewşa rojnamevan niha li vir dijîn zêde ji ya Tirkiyeyê ne ferqe.”

Jawên Şalî got weke rojnamevanên Başûrê Kurdistanê dilê me li gel berxwedan û mafê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ye. Divê rojnamevan û çapemeniya Başûr ji bo rastiya berxwedana Bakûrê Kurdistanê derxe holê hîn hewldan û xebat bike. Hîn bi ciddîtir li ser vê mijarê bisekine.”

Rojnamevan û rêveberê Centerî Metro Rehman Xerîb daxuyakirin ku ev êrîşên niha Tirkiye li ser rojnamevan, rewşenbîr û akademîsyenan pêk tîne, ne tiştek nû ye û wiha got; “Em Bakûrê Kurdistanê weke parçeyek ê xwe dibînin. Hemû êrîşên li ser Kurdên Bakûrê Kurdistanê pêk werin, di heman demê de li ser Başûrê Kurdistanê ne jî. Divê hemû alî bi zanebûna vê tev bigerin û xwedî li berxwedana Bakûrê Kurdistanê derkevin.”  


 ROJNEWS/SILÊMANÎ