
Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser gundên kantona Efrînê zêde dike, di 2 rojan de bi awayekî dijber zêdeyî 300 top bi ser herêmê de barand. Di encamê de 4 sivîl birînda bûn û ziyaneke madî bi mal û milkên sivîlan bû, her wiha çek û artêşa xwe li dirêjahiya sînor zêde kir.
Di şopandina nûçegihanên ANHA`yê ya tobarana artêşa Tirk a dagirker ji 21`ê Adarê heta îro de diyar bû ku 4 welatiyên sivîl birîndar bûne û zêdetirî 300 topan li gundên sînorî yên kantona Efrînê topbaran kiriye. topbarana artêşa tirk a dagirker li ser gundên kantonê didome.
Şêniyên gundên ku kantona Efrînê ku ji aliyê dijberiya Tirk ve hatine hedef girtin, topbarana xaka Kantonê û mal û milkên şêniyan şermezar kirin û diyar kirin ku ew gundên xwe terk nakin.
Serokê Desteya Parastinê û Xweparastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm diyar kir ku ewê di çarçoveya mafê parastinê de hêzê ji b o parastina her êrîşekê li dijî Kantonê bikar bihînin. Deme berê jî Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a KantonaEfrînê û Berdevkê Fermî yê YPG`ê Rêdûr Xelîl diyar kirin ku nafê wan a bersivdayînê di çarçoveya xweparastinê de heye.
Êrîş li dij gundê Nisriyê didome
Artêşa Tirk a dagirke careke din topbarana gundê Nisriyê yê navçeya Cindirêsê didomîne, di encamê de ziyanên madî gihiştin avahiyan. Artêşa Tirk a dagirker doh seat di 06:00 bi çekên giran bê ser û bin gundê Nisriyê yê navçeya Cindirêsê topbaran kir. Topbaran artêşa Tirk seatên dirêj dom kir û ziyanên madî gihandin mal û milkên sivîlan.
EFRÎN