Weqfa Medyayê ya Jinan a Navneteweyî Xelata Wêrekiya Nûçegihaniyê bi sedema ku nîşan dide ku ne rojnamevanî û ne jî huner dikare bi cezayê girtîgehê bê astengkirin, da rojnamevan û şêwekara Kurd a girtî Zehra Dogan.

Weqfa Medyayê ya Jinan a Navneteweyî (IWMF) Xelata Wêrekiyê ya Nûçegihaniyê ya sala 2018’an da nûçegihan û şêwekara girtî Zehra Dogan.

IWMF´yê xwediyê Xelata Wêrekiyê ya Nûçegihaniyê ya 2018’an ragihand. Xelata Wêrekiyê ya Nûçegihaniyê ku li DYE’yê ji 1990’î ve didin nûçegihanên jin ên ku girtin, darizandin, êrişê li ber çavan digirin; IWMF´ê ev xelat îsal da nûçegihan û şêwekar Zehra Dogan ku ev demeke dirêj e li Girtîgeha Tîpa E’ê ya Amedê ragirtî ye.

Ji damezrênerê JINHA´yê ye

Yek ji damezirînerên JINHA’yê nûçegihan û şêwekar Zehra Dogan jî ji ber nûçeyên wê yên derbarê Nisêbînê û Cizîrê layiqî xelatê hate dîtin. Zehra Dogan ji ber nûçeyên li ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbînê û şêweyekî derbarê hilweşandina Nisêbînê de, Tîrmeha 2016’an hatibû girtin, Kanûna 2016’an bi şertê ku negirtî bê darizandin hatibû berdan.

Bi KHK´yê ajansa wê jî girtin

Dewleta Tirk ji ber nûçeyên wê çêkirî û resmên wê xêz û boyax kirî, 33 meh cezayê girtîgehê bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ li Zehra Dogan birrî û Hezîrana 2017’an ew dîsa hate girtin. Piştî cezabirrînê, dewleta Tirk ew şand Girtîgeha Amedê ku heta niha jî lê ragirtî ye. Yekane ajansa nûçeyan a jinan a li Tirkiyeyê hingê JINHA bû ku Zehra Dogan lê dixebitî; JINHA jî Cotmeha 2016’an bi Biryareke Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin.

Herçî ew şêwe ye ku bû sedema girtina Zehra Dogan jî; hat ber destê hunermendê kuçeyan ku bi gelek resmên xwe yên rexnegirê modernîteya kapîtalîst navdar e; wî jî ev resm li New Yorkê li ser dîwêr bi projektore nîşan da û şêweyeke ku girtina Zehra dişayesîne jî lê zêde kir.

Sedema xelatdayînê

IWMF di sedema tercîha xwe de dibêje, Zehra Dogan sala 1989´an li Amedê ji dayik bûye, û weke nûçegihaneke ciwan di damezrandina JINHA´yê de cihê xwe girtiye: “Zehra weke nûçegihan û edîtor kar kir. Zehra bi wêrekî nûçe gihandin ji deverên mîna Nisêbînê ku ketibû ber qedexeya derketina derve ya artêşa Tirk, ji Bakurê Iraqê dema DAIŞ li wir bû, ew ji wir çû Şengalê û bû yekem nûçegihana ku bi jinên ji koledariya DAIŞ´ê rizgarkirî re peyivî. Nûçegihaniya Zehra ya li ser jinên Êzîdî, kir ku ew hêjayî xelata Metin Goktepe bê dîtin.

Zehra ne tenê rojnamevan e, lê ew şêwekarek e jî. Ew ji beşa huner a zanîngehê mezûn e, û ji ber wê jî wê tesîrên li ser wê mayî yên ji dîmenên Nisêbînê û kesên di dema rojnamevaniya xwe de bi wan re peyivî xêz kirin. Piştî ku ji Nisêbînê veqetiya ew şeş mehan hat girtin bi tohmeta “propgandaya terorîst” ji ber nûçeyên xwe û resmekî xêz kirî.

Rojnamevanî û huner nikarin bên astengkirin

Bi her halî girtina wê rojnamevaniya wê bi dawî nake. Wê serpêhatiyên girtiyên siyasî yên jin berhev dikirin û nûçeyên wan amade dikirin, wê nûçeyên binpêkirina mafê mirovan li girtîgehan digihandin, û xêzkirina resman jî dewam kir, tevî ku rêveberiya girtîgehê red kir ku alavên resm û boyaxê bigihîjin ber destê wê. Zehra rengên xwe bi xwe ji xwarinê, vexwarinê û xwîna ketina cilan çêkirin. Firçeyên Zehrayê jî nebûn û wê ji pirtikên çûkan, ên ku diketin nav avahiya girtîgehê çêdikirin.

Zehra nîşan dide ku ne rojnamevanî û ne jî huner dikare bi cezayê girtîgehê bê astengkirin. Dema ku di girtîgehê bû, Xelata Hizrazadan ji Komeleya Hizrazadên Swîsreyê wergirt; berhemên hunerê wê li gelek welatên Ewrûpî hatin pêşandan, û dengê wê li seranserê dinyayê hat bihîstin.”

NAVENDA NÛÇEYAN