Hunermend û rojnamevan Zehra Dogan bi munasebeta panelekê li Wiesbadenê bû. Li Nassauischen Kunstverein (Komeleya Huner a Nassauyî - NKV) bi navê “Huner û azadiya wê” cih dide pêşangeha solo ya yekem a Zehra Doganê û di vê çarçoveyê de panel jî hatiye li darxistin. Di pêşangehê de hem hin berhemên wê yên wê di hepsê de çêkirî û hem hinekên beriya wê tên nîşandan.
Li podyûmê gava ew dipeyive, li dora wê firçe hatine danîn: firçeyên ji pirtikên çûkan, ji porê jinên hepsî.
Zilm li rojnamevan û hunermendên Kurd tê kirin
Di vê panelê de wê wiha behsa dema xwe ya di hepsê de kir: “Heps ji me re ne xerîb in. Ew mekanek e ku wextekî ileh em carekê lê hatine ragirtin.” Bi vê ew dibêje, belayên bi destê dewletê tên serê rojnamevan û hunermendên Kurd li Tirkiyeyê; yên weke wê dikevin hepsê jî hene û yên di rewşên gelekî ji yên wê xirabtir de jî hene. Wê careke din û bi tecrûbeya xwe got, dewleta Tirk înkar bike jî li hepsên wê êşkence li mirovan tê kirin.
Beriya wê jî, Zehra Dogan li ber şaredariya Wiesbadenê performansek çêkiribû, wê pê bal bire ser jinên Kurd ên li Kurdistanê hatine qetilkirin.
Ez ji zilma Erdogan reviyam
Zehra wiha behsa sirgûna xwe dike: “Ez ji ber zilma faşîzma Erdogan reviyam. Lê belê tevgera rastgir a tundraw êdî pirsgirêkeke cidî li seranserê dinyayê ye. Û divê em bi hev re vê meseleyê hal bikin.
Hîna sala 2018´an Rêxistina Eyaleta Hessenê ya Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJV) Xelata Azadiya Çapemeniyê dabû Zehrayê. Ev xelata hanê jî li ser dika vê panela hanê hîna nû dan dest Zehrayê. Gava ku xelat da, serokê DJV ya Hessenê Knud Zilian got, azadiya çapemeniyê ji bo demokrasiyê heyatî ye. Ji podyûmê wekî din banga miameleyeke din a bi Tirkiyeyê re hat kirin. Bi awayekî mirov matmayî bimîne, ji SPD´ê Bernard von Grunberg got, “Şirket hîna difikirin, ew dikarin li welatekî neheqî lê serdest karibin bazarê bikin. Lê ne aborî û ne jî siyaset nabe ku sîstema neheqiyê li Tirkiyeyê destek bikin.”
WIESBADEN