Di vê hezar salan 21’an de, di cîhanê de mirov beriya her tiştî bi zimanê xwe ê zikmakî tê nasîn û qedirdar e. Ji xwe ne bi zimanê xwe were nasîn kêmasî û xeletiyek pir mezin e. Ev şaşitiyên wisa, ku dem derbaz dibin wekî meteorek li ser mero de bikeve û mero biqelihîne. Bergîdana vê asîmîlasyon e. Berhewaya bi destê xwe ye. Kirêt e û bi nemrûtî ye. Bera tu çi kes bê, bera zimanê dayîka te kîjan bê ji ev tiştanî xwe diyar dike. Ne xweş e, ne spehi ye jî. De were û li ser çikilên pel fereh û pel dêmî yên darên hêjîran de hirmî an jî sêvan bibîne. Qey xwezayî ye!? Qey sipehî ye!?

***

Erê! ziman, sîsika bûyînê ye, heyberiya zelal e, ya kifş e, ya bêdawî ye…

Tev bûnewer bi zimanê dayikê xwe xwedî dîrok in, bi zamanê xwe heyîndar in. Ajal jî xwedî ziman in, rîwek jî… Lê di hemû alên zindiyan de, zimanê hemû ezbeta ji hev cuda ye. Her ezbet xwedî teybetiyek ya ziman e. Minak; dengê çêlekan, keran, werdekan, hespan, hwd... Li bingeha van dengan de koka zimanekê heye. Mirov çêlekê nebîne jî, heger ku dengê wê bihesînê zanê ku çêlek e, an jî ker, an jî werdek. Lê cudabûnek di nava deng û zimanê malbatên ala ajalan da heye, weki ya ala rîwekan de jî heyî, wekî ya me însanan de jî. Lê qet me nedîtiye ango nehesandiye ku werdekan bi dengê çêlekan bang daye, ango keran bi dengê hespan. Di nav hev de bijîn jî hemû xwedî teybetbûnek cuda ne û tevlî hev nabin. Di bin tesîra hev de jî qet namînin. Ji xeynî ferdên malbata xwe pê de kesî anjî tû dengî ji xwe re nabînin model û nimûne. Her yek bi rastiya xwe ve girêdayiye. Ya xwezayi ev e û pir şiruştiyan e.

***

Belê, her kes, an jî her yek bi girêdahiya rastiya xwe xweşik e û lêhatî ye . Di nav mirovan de jî ev wisa ye û di nav alên hemû zindiyan de jî.

Ez tayê têm li axaftinên ciwanên me Kurdan, gor piştî ev çend sale berxwedan hatî kirin jî, hê jî sivikbûnek xwiya dike. Gelek caran dibînim ku ciwanên me ji xeynî mayîna di bin vê bandora stratejik a dewleta Tirk, xwe bi vê dozê, doza ji bo zimanê xwe bi desteke qayîm nagirin. Gelek ji vanan vê mesela bandorê ji xwe re dikin sedem. Di vî zemanî de, piştî ev qas guhlêbûnê jî hê pir nermahî heye. Bera em zanîbin ku lûksêk me wisa tuneye. Ji xeynî axaftina Kurdî, xwendin û nivîsandin jî di vir de di cihek girîng de ye. Evna derfetên herî mezin û têsîr giran in. Beriya her tiştî gerek mirov tekoşîn û rexneyên çavsor li ser xwe bike, paşê ê malbata xwe û derdora xwe bike. Zimanê ne zimanê me be, bikaranîna wê ji me re bi rastî jehr e û heyîna me bi hêdî hêdî jehrîkirin dike û dikuje. Ya ne xweş ku ev çêbîbe û bi destê me be. Gelo xwekuştin çi ye? Ma ne navê vê întixare, ma ne întixar heram e!...


Yaşar AKSU


yasaraxu@gmail.com