Weşanxaneya Aramê ku bi pirtûkên xwe yên nû û yên ku berê çap kirine li peravên Derya Spî di 6’emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovaya Edeneyê standa xwe vekiriye jî ji wêjeya Kurdî re xizmeteke bêhempa dide. Weşanxaneya ku bi du zimanan gelek pirtûk çap kirin û ragihandin pirtûkhezan, ji bo peresîna zimanê Kurdî jî alîkariyeke gelek mezin dide.  Di van rojên ku li Parîsê 3 jinên çeleng û têkoşer ên Kurd bi berîkên tirsonek û tarî hatin qetilkirin min pirtûka Menaf Osman a bi navê Namûsnameyê xwend. Pirtûka ku ku berî çend mehan ji nav Weşanên Aramê derketiye bi awayekî spekulatîf behsa qetilkirina jina ciwan a bi navê Medîneyê dike. Belkî hatibe jibîrkirin ku ev Medîne di esasê xwe de Medîne Memî ya ku ji aliyê malbata xwe ve di bin navê ‘namûsê’ de bi saxî wê xistibûn çalekê û ev çal lê kiribûn goreke reşetarî ye.


 Qetilkirina jiyanê

Medîne Memî di 3’yê mijdara 2009’an de li navçeya Kalika Semsûrê ji aliyê bav û kalê xwe ve hatibû qetilkirin ku piştî 45 rojan hatibû hînbûn ku Memî bi awayekî sax di çala ku bav û kalê wê li koxika li pişt mala wan vedane wê binax kirine. Memî bi saxî xistine gorê û vê yekê jî ji bo paqijkirina ‘namûs’a xwe kirine.
‘Namûs’ têgîneke ku ji rastiya xwe hatiye dûrxistin e ku ji aliyê serdestan û zîhniyeta zilam ve bûye bingeha hepskirin, biçûkxistin û qetilkirina jinê. Civaka ku ji exlaq dûr hatibe xistin her tim têgîna namûsê li hemberî jinê wekî berîk, kêr, kevir, dijûn û hwd bi kar aniye.
Menaf Osman ku yek ji dîlên azadiyê ye û niha jî li Girtîgeha Semsûra ku ji Medîne Memî re bû goristan girtî ye bi pirtûka xwe ya ku ji nav Weşanên Aramê derketiye û 132 rûpel in bi zimanekî herikbar pêvajoya qetilkirina jinê vedibêje.  Nivîskar Osman di destpêka romanê de pirtûkê diyariyê hemû ‘Medîneyên welatê xwe’ dike.