Gotine, zikê zarokê tije ye, lê zimanê wî tune ye’!
Zarokên ziman tune, rabûn ser piyan, rahijtin kuç û beran û zimanê wan di şikefta devê wan de Kurdî Kurdî geriya. Hem jî helbestî…hem jî hevok bi hevok, rist bi ristê ve bestî.  Duh jî, îro jî li ser vê axê helbest şêwekulderkeriyek e. Li ser vê axê, bi kula vê axê, ji kula zarokên li ser vê axê, helbest peyv bi pev xemgîn, rist bi rist li serhildêriyê pêçayî;carinan bi qasî zêmarekê dilşewat, carinan bi qasî destaneke egîdiyê egîd egîd, mêrxas e!
Heke bêt bîra we; ne ji zû ve, beriya 30 salekî, li vî welatî ser vê axê jinên şînbêj hebûn. Wan li şûntaziyan, bi taybetî di nava jinan de diavêtin ser yê/a mirî. Ew hunermendên şînê bûn, şînbêj bûn. Bi hêza peyvê xem li xemê, kul li kulê, şîn li şînê bardikirin.Her ku digotin û digorandin, dikirin ku rondikên şînê çemkî çemkî biherikin bi ser hinarokên jin û qîzan de. Wan şîn digerand. Wan êş dirijand. Wan dikirin ku mirin li dû yê mirî were fihêtê. Lê wan; xemgîn bûya jî, tahmeke din, tahmeke tahl tahlîşk dispartin mirriya miriyê mirinê ji xwe re birî. Helbet; li tevî Orfeûs kesekî nekariye yek mirî vegerîne. Lê belê hêza peyvê, payeya nemirtiyê daye gellek miriyan. Bi taybetî van salan. Van salên ku li vî çiyayî li vê beriyê, qîz û xortên di bihara ‘emrê xwe de li hêviya biharê…
Bihar, wekî kîşwer bi xeml û xêz were û bibişire jî li wext û zeman; zîndanan, mirinan, sêdaran nehişt ku qewmek, pê re welatek, pê re stiran û helbest destê hev bigirin, dîlanekê li dar bixin; ne stranê êşê, yên azadiyê  bibêjin…
Ji lew, serhilder be jî, wekî kula qewm û axekê, helbest jî xemgîn e.
Helbest wekî duh îro jî şînê digerîne…û me, rist bi rist bi şîna me ya hevbeş: talanê,qelanê,girtinê zîndanê dihesîne.
Bi taybet helbestên Roşeng Rojbîr:

heyfê!*
di çileyê mirina xwe de tu çav berdidî dinyê
rû:mirî
hêvî:qulopandî
temen: sî, çil salî
û dil, qey sê çar salî
xwediyê vê êşê li ku ye, xwedê!?
*Ji dîwana Gêjebêj helbesta bi navê ‘magîranê tirbê’
Gêjebêj, Roşeng Rojbîr, Wş. Belkî,2012
12/07/2012/ Arjen Arî