Atolyeya Çand û Hunerê ya Zembîlfiroş ku ket sala 7’an li Farqînê dersên şano, reqs, muzîk, tembûr, gîtar û rejîmê dide, rastî eleqeyek mezin tê. Mamosteyê Kemanê Serdar Baysal, anî ziman ku ciwanen navçeya Farqînê eleqeyek baş nîşanî çand û hunerê didin û ew ji vê yekê kêfxweş in.
Atolyeya Çand û Hunerê ya Zembîlfiroş, ev bû 7 sal ku li navçeya Farqînê ya Amedê dersên şano, reqs, muzîk, tembûr, gîtar û rejîmê dide. Atalyeya Çand û Hunerê ya di bin banê Şaredariya Farqînê de xizmeta çandê dide meşandin, di dawiya hefteyê de dersên çand û hunerê didin zarok û ciwanan. Atolyeya ku 6 salin rastî eleqeyek mezin tê, niha dersê dide 300 xwendevanan. Zarokên temenê wan di ser 10 salî re bixwazin xwe li kijan atolyeyê qeyd bikin dikarin bê pere jê sûdê bigirin û dersê bibînin. Atolyeya Muzîkê niha dersê dide Koma Arên Med a ji 4 kesan pêk tê, Koma Zembîlfiroş a ji 5 kesan pêk tê û koma dengbêjan. Atolye, niha xwe amade dike ku koroya mezin a ji jin û mêran pêk tê ava bike.
Berpirsiyarê Atolyeya Muzîkê û mamosteyê Kemanê Serdar Baysal, anî ziman ku armanca wan ewe ku ciwanên Farqînê bi çand û hunerê re bidin naskirin û aliyê wan ê çand û hunerê pêş bixe. Baysal, anî ziman ku di aliyê axaftin û diyalogê de tu pirsgirêkan najîn. Baysal, anî ziman ku ligel çanda feodalîzmê li herêmê serdest e jî dîsa beşdariya jinên ciwan zêde ye û ji vê yekê gelek kêfxweş in. Baysal, da zanîn ku hin caran di bicihkirina koman de malbat pirsgirêkê derdixin.
Koroya zarokan
Baysal, anî ziman ku xwe amade dikin ji bo pêşerojê koroya mezin a ji jin û mêran pêk tê ava bikin û wiha got: "Pêwîste di vê koroyê de dengê jinê jî hebe. Ger ku malbat destûr nedin jî em dê malatan îqna bikin. Divê teqez jin di nava vê koroyê de cih bigirin. Em di bin banê Şaredariya Farqînê de xebatên çandê dimeşînin."
Baysal, destnîşan kir ku di pêşerojê de armanc dikin ku ji bin banê Şaredariya Farqînê derkevin û serbixwe Navenda Çand û Hunerê ya Farqînê ava bikin û wiha berdewam kir: "Em dixwazin di nava hefteyê de û hem jî di dawiya hefteyê de dersê bidin. Niha eleqeyek baş heye. Em ji eleqeya ciwanan kêfxweş in."
Li Atolyeya Şanoyê jî hefteyê 40 saet dersa şano tê dîtin. Li vir dersa dîroka şano û naveroka lîstikê tê dayîn. Di atolyeya muzîkê de jî dersên tembûr, gîtar, keman û dersên nota ji bo zarokan tê dayîn. Di atolyeya wêne de jî dersên pênûsa resen, boyax, roproduksiyon û serbest dixebitin. Dîsa atolyeyên folklor û reqsên herêmê jî tên dîtin.


 AMED




Pêşangeha wêneyan a şagirtên Zembîlfiroş


Şagirtên Zembîlfiroş êdî bi saya perwerdehiya ku dîtine xebatên xwe jî bi riyên cuda pêşkêşî gel dikin. Yek ji van xebatan jî pêşangeha wêneyan a bi nabê ‘Siya Pênûsê’ bû. Xwendevanên atolyeya navenda çand û hûnerê ya Zembîlfiroşê ya Şaredariya Farqînê pêşengeha 'Siya Pênûsê' vekirin. Wêneyên xwendevanên atolyeya navend açand û hûnerê ya Zembîlfiroşê ya Şaredariyê Farqînê di nav salekê de çêkirine, bi pêşengeha 'Siya Pênûsê' hatin pêşandan. Pêşengeh li salona konferansê hat vekirin. Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, endamên meclîsa şaredariyê Hevseroka BDP'a navçê Halime Soner, Rêveberên BDP'ê, kursiyer, Wênevan Fevzî Bîlge û xebatkarên navenda çandê jî di nav de gelek kes tevlî vekirina pêşengehê bûn. Şaredarê Farqînê Erdede qurdaleya vekirinê birî û piraniya wan jin xwendevanên wêne çêkirine pîroz kir. Erdede got; "Xwendevanên me wêneyên xwe yên di nav salekê de çêkirine pêşan didin. Vê yekê em keyfxweş kirin. Pêşengeh rastî eleqeyeke mezin hat, ev yek kalîteya wêneyên hatine çêkirin jî nîşan dide."