Navenda ku 10 sal in rastî eleqeyek mezin tê, niha dersê dide 300 xwendevanan. Zarokên temenê wan di ser 10 salî re bixwazin xwe li kijan atolyeyê qeyd bikin dikarin bê pere jê sûdê bigirin û dersê bibînin. Atolyeya muzîkê niha dersê dide Koma Arên Med a ji 4 kesan pêk tê, Koma Zembîlfiroş a ji 5 kesan pêk tê û koma dengbêjan. Li atolyeyê xebatên ku zêmdekirina komên muzîkê û koroyan jî berdewam dikin.
Navenda Çand û Hunerê ya Zembîlfiroş a Farqîna Amedê ku dibin baneya Şaredariya Farqînê de xebatên xwe yên çand û hunerê didomîne ev 10 sal in di xizmeta gelê navçeyê de ye. Niha li navendê di 7 beşan de ciwan perwedeyê dibînin û fêrî çand û hunera Kurdî dibin.
Der barê xebatên li navendê de yek ji rêveberê navendê û Fesîh Çetînkaya axivî û diyar kir ku li navendê di beşên şano, tembûr, gîtar, erbane, wêne, kemanê de ew kursan didin ciwanan, wan perwerde dikin û wiha got: “Di beşa şanoyê de 13, ya gîtarê de 45, ya tembûrê de 30, ya folklorê de 65, ya wêneyê de 22 û ya kemanê de jî 30 ciwan li kursên ku me daye destpêkirin perwerdeyê dibînin.”
Çetînkaya diyar kir ku her dewreyeke perwerdeyê ya ku ew didin destpêkirin 6 mehan didome û wiha pêde çû: “Perwerdeyên me dawiya hefteyê saet di 10.00’an de dest pê dike û heta 16.00’an didome. Perwerdeyên me yên li navendê jî li gorî serlêdanan didomin. Piştî ku ev perwerde bi dawî bûn dê dewreya perwerdeyê ya nû were destpêkirin.” Der barê nêzîkatiya ciwanên farqînî ya li hemberî çand û hunerê de jî Çetînkaya axivî û ev tişt anî ziman: “Germahiyekê ciwanên Farqînê ya li hemberî çand û hunerê heye. Dikarim bibêjim ku eleqeyeke gelek mezin li hemberî xebatên çand û hunerê heye.”
Mamosteyê Navenda Çand û Hunerê ya Zembîlfiroşê Fesîh Çetînkaya bibîr xist ku ewê xebatan xwe di dema pêş de li gund û taxên Farqînê jî bidomînin.
RAMAZAN OLÇEN/AMED