Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi kîbîriyeke padîşahî û xwe wek xwedawendê “Tirkên spî” hesibandinê, ev gotin ji bo Kemal Kilicdaroglu bikaranî: Wî çima ev şibandin a nijadperestî ya Tirkayetî, yan jî şovenîzma kemalîzma layîk û îslam bikaranî? Divê mirov ji vê gotina wî çi têbigihîje? Bi rastî jî mijareyeke lêkmolînê ye. Ez di vê gotinê de du rengan, yan jî du rastiyan dibînim. Ango wî hem xwe û hem jî Kiliçdaroglu rezîl kir.

Ya yekem: Rast e. Kemal Kiliçdaroglu zenciyê Anatolyayê ango Kurd bû. Hetanê ku wî Kurdbûna xwe înkarnekiribû û kirasê Tirkê sipî li xwe nekiribû jî, Tirkên spî bi çavên xulamtîyê û koletiyê li wî dinêrin. Dema çermguhertina xwe bi peyva “Em Tirkmen in, ji rojava çûne rojhilat”, hê Tirkên spî ew pejirandin. Rast e, ew evîndarê celatê xwe ye jî, lewra niha serokê CHP ya ku li Dêrsimê jenosîdeke derê hişê mirovan pêkanîye ye. Erdogan jî ev eyba wî ya rûreş wekî mîrkutekî di tehtika eniya wî de lêxist. Ango ew nav û genê xwe jî biguhere, wê nasnameya xwe ya zarokatiyê nikane veşêre.
Banga min li hemû kesên ku li pey kirasên Tirkên spî, Tirkên sentêza Tirk-islam, li pey Ayetullahî, Katar-Cephet Elnasra û mel masra ne (hin niviskarên rojava yên li Ewropê),  ev e: Hûn xwe di heftêhezar avên zemzemê, di nav mîza heftê hezar horiyên cenetê de bişon jî, dê rojekê ev gotina “Zenciyê bûye spî” wekî bombeyekê li eniya we keve.
Ya duyemîn: Hemû kesên ji Balakanan û Kafkasyayê hatine (Zarokên Yanîçerî û qûlên dewleta Alîosmanî), di nava serkariya osmaniyan de, dû re jî di nava kemalîzmê de kirasê Tirkayetî li xwe kirine, xwe wek Tirkên spî, bi gotineke din Tirkên resen dibînin, lê Tirkên wek Yurik û yên di nava Tirkmenan de, yan jî yên ji gelên din wek ahalî, ango koleyên Tirkên spî dinirxînin. Eh Erdogan bixwe jî li gor gotinan ji Kafkasyayê û gurcî ye. Kurkê padîşahî li xwe kiriye û li ser lûtkeya derwleta ku berbi padîşahiya osmanî ve tê kişandin rûniştiye. Bêguman tenê mafê wî heye ku xwe wek Tirkê spî nîşan bide. Dema yek bixwaze bigihîje wî meqamî divê ji wî destûr û erêkirinê bistîne. Ku kesekî vê pêkneyne, xwe bi wî nede pesendkirin, ew tenê dikane bibe Zanciyê ku xwe di nava kirasê Tirkê spî de dibîne. Mafê wî kesî tune ku di erkekî muhalafetê de jî cihê xwe bigire.
Helwesta vî serokwezîrî, li hemberê, Kurdan, elewiyan û hemû kêmnetewan jî ev helwest e. Her kes dizane ku Tirkiye ji normên hiqûqê ji vir û dawiya gerdûna nayê zanîn dûr e. Hinek qanûn hebûn, êdî ew jî rakirine. Ew qanûn jî êdî di nava lêvên Erdogan de ye. Leşker, polîs, dozger û dadgeh tev de li livandina lêvên wî dinêrin. 
Hîtler bi sedî sih hatibû ser kar, di encamê de bû bela serê mirovahiyê. Ev serok wezîr jî bi sedî pêncî hatiye serkar û di her rewşê de vê wek çekekê bêkêr bikartîne. Tu mafxwestin û serîhildanan re tehemûla wî tune. Di her rewşê de dibêje, min çi da bi wî razî bin. Ji her alî û tevgerên wî bîna kemalîzm û nijadperestiya genî tê. Çawa kemalîzmê digot; “komunizm were jî, dê emê bînin.” Ev jî dibêje Kurdistanekê jî hebe, divê bi fermana min hebe!
Ew di warê takiyekirin û derewan de şampiyonê cihanê ye. Her çendî qaymeqam û waliyê wî jî dibêje ku mijara Liceyê mijara protestoya qereqolê ye, ew hê bê ku şerm bike, dibe mijarê bi narkotîkê ve girê dide.
 Bi baweriya min li welatên ku tenê kesekî biryar dide, yan jî kesekê wiha nexweş û narsîst welat bi rê ve bibe, li wî welatî demokrasî filan nabe, tişteke wiha ji serkarî û komeke  hêvîkirin ji xewnerojkê jî wêdetir e.
Takiye, ango xinizî û hunera dek û dolaban karektereke pirr xirab û bêbexte. Ev serkariya niha, bi gotineke din AKP pisporê takiyekirinê ye. Dest davêje her karî, rêbayeke wisa diafirîne, mirov wer zendike ku wê bikin. Lê tenê difetisîne, dirizîne û li cih dihêle. Pirraniya yasayên faşîst û antîdemokratîk wek TMK (Yasaya tekoşîna dij terorê) wan da derxistin û naxwazin biguherînin jî. Yê ku qaşo diguherinin jî, bi îmana takyekirinê bi nû ve formule dikin û wisa dihêlin.
Hetanê ev mejiyê Tirkê spî bi rengê cûda li ser kar be, zenciyên kirasê Tirkê spî li xwekirine di bin siya padîşaheke wiha de bimeşe, bê şoreşeke têkbirina van derdorana tu rê namîne.