Li 5 bajarên Swêdê bi armanca şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de bang li saziyên navneteweyî jî hate kirin ku bêdeng nemînin.

Bi armanca şkandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevkariya bi çalakvanên greva birçîbûnê re, li paytexta Swêdê Stockholmê û li bajarên Borlänge, Gävle, Orebro ve Västeråsê çalakî hatin kirin. Kurdistanî û dostên wan ên beşdarî çalakiyan bûyîn, anîn ziman ku heta daxwazên Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê pêk bên, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Bang li Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê hat kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bikevin nav hewldanan.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li qada Sergels Torg a Stockholmê civiyan, pankartên li ser wan dirûşmeyên ji bo dawîlêanîna tecrîdê û piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê nivîsandî, hilgirtin û slogan gotin.

Çalakvanan û saziyên ku çalakî organîze kirîn, bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî tecrîd û polîtîkayên qirrkirinê yên dewleta Tirk zend û bendan vemalin, û bi Kurdan re hevkariya xwe bi pêş bixin.

Li çar bajaran çalakiyên ciwanan

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Borlänge, Gävle, Orebro û Västeråsê jî ji bo şermezarkirina tecrîdê û piştgiriya bi çalakvanên greva birçîbûnê re çalakî pêk hatin.

Mîtîng û meşên bi dirûşmeya, “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber APO azad bikin”, bi daxwaza betalkirina tecrîdkirina Ocalan û serbestkirina girtiyên azadiyê hate kirin.

Ciwanên Kurd biryardariya xwe ya ku heta Rêbertiya xwe azad bike wê têbikoşe, raber kir û bang li hemû parazvanên mirovan hat kirin da ku piştgiriyê bidin çalakiyên li dijî tecrîdê. Di van çalakiyan de bi hezaran belavok hatin belavkirin, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî” hatin gotin.

 

ANF/STOCKHOLM