HALÎL ÎBRAHÎM CENGÎZ / ANF/FRANKFÛRT

 

Pirtûka destpêkê ya dîroka nêz, Zerfa Zer li Fuara Pirtûkan a Frankfûrtê gihişt xwîneran. Nivîskarê wê Akin Bîrdal got; “Zerfa Zer çîroka meşa hêviya edalet, demokrasî, aştî û mafê mirovan e.”

Fuara pirtûkan a herî mezin ya cihanê Fuara Pirtûkan a Frankfûrtê ya Navneteweyî di sala 70’emîn de Gurcistan kire mêvanê xwe yê salê e û ji zêdetirî 110 welatan nêzî 7 hezar û 500 weşanxane beşdar bûn.

Li fuara ku doh bi dawî bûyî de serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal jî beşdar bû û bi pirtûka Zerfa Zer bi xwîneran re civiya. Di pirtûka Zerfa Zer de qala zarokatî, salên ciwantiyê, jiyana pîşeyî, têkoşîna siyasî û civakî, ji sala hatî avakirin heta niha ku di nava Komeleya Mafê Mirovan de cih girtî û êrişa çekdarî ya 12’ê Gulana 1998’an tê kirin.

 

Dîrokçeya nîvsedsalê

   

Bîrdal di pirtûka Zerfa Zer a ku kurteya têkoşîna azadiyê ya nîvê sedsalê de qala bihevrebûna hevalên têkoşînê Azîz Nesîn, Vedat Turkalî, Can Yucel, Hirant Dînk û Mîhrî Bellî dike.

Bîrdal têkildarî çîroka pirtûka Zerfa Zer got; “Ev navnîşana ku lê tê gerîn di rastiyê de hêvî, azadî û edaletê dihewîne. Nêzî çîroka jiyanê ya 50 salî ye û ev çîroka me hemûyan e. Ev çîroka meşa hêviya edalet, demokradî, aştî û mafê mirovan e.”