Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê, li herêma El-Celebiye ya dikeve başûrê kantona Kobanê, Girê Spî û Til Birakê agir bi zevî û daristanan ket, ji ber agir bi dehan zevî û daristan şewitîn. Doh danê êvarê li navçeya Kelar agir bi projeya Daristanên Hejar ket. Di encam şewatê de 15 donim zevî û 500 dar şewitîn.

Parlamenterê YNK’ê yê Parlamentoya Iraqê Cemal Şikur li ser mijarê peyivî.

Cemal Şikur xemseriya hikûmeta Iraqê rexne kir û got; “Ew herêmên ku şewat lê derdikevin, piranî hêzên leşkerî lê ne, ew hêzên leşkerî berpirsê parastina berhemên cotyaran û jiyana wan in. Lewma divê hikûmet tazmînata wan bide.”

500 hiktar zevî şewitîn

Li herêma El-Celebiye ya dikeve başûrê kantona Kobanê jî du şewat çêbûn. Yek li nêzî gundê Hûrik bakurê El-Celebiye û heta Koşkar ber bi gundê Berlik rojavayê Girê Spî belav bû. Ya din ji gundê Reqas rojhilatê El-Celebiye, gundê Şîş û heta gundê Ebû Heyê ji aliyê rojhilat ve belav bû. Tîmên agirvemirandinê bi  hevkariya şêniyan û QSD`ê agir vemirand. Li gorî agahiyên şêniyên herêmê derdora 500 hiktar zevî şewitîne, hindek ji wan hatibûn çinîn.

Ji ber zêdebûna şewatan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêzên QSD, YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi awayekî çalak li rex tîmên agirvemirandinê, komîteyên awarte û şêniyan beşdarî xebatên vemirandina şewatan dibin. Rêveberê Navenda Ragihandina QSD`ê Mistefa Balî bi rêya malpera xwe got: “Dema 5 şervanên me ji bo şewatên zeviyan vemirînin, li gundên bakur û rojavayê Eyn Îsayê alîkariya şênî û tîmên agirvemirandinê dikirin birîndar bûn.

Li kantona Girê Spî jî şewat çêbû. Li gel hewldanên tîmên agirvemirandinê û awarte jî hîn şewat berdewam e. Di encama şewatan de qadên berfireh ji zeviyên gundên Qertel, Webîr Ereb û Korbelek heta gundê El-Hiriye yên girêdayî kantona Girê Spî şewitîn.Tevî amadebûna tevahiya tîmên agirvemirandinê, komîteyên awarte û şêniyên herêmê lê ji ber lezbûna ba agir nehat vemirandin û ber bi rojhilat ve belav dibe.

Agir bi zeviyên Til Birakê ket

Li gundewarê navçeya Til Birakê jî agir bi depoyên gundê Amir ket. Ji ber bayê zêde agir ber bi bakur rojhilatê navçeyê heya gundê Til El-Zeheb belav bû.

Tevî hemû hewildanên tîmên agirvemirandinê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şêniyan jî di saetekê de bi qasî 10 km agir belav bû û bi dehan zevî şewitîn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN