Bi destpêkirina çinînê re li kantona Şehbayê û gundewarên navçeya Şêrawa, artêşa Tirk a dagirker agir bi sedan hektarên genim û ceh xist. Zêdetirî 3 hezar darên zeytûnan jî şewitandin, her wiha gelek darên din li herêmê dişewitînin. Ji ber wê jî barê cotkaran giran bû‫.‬ Ji rêveberên Komîteya Şewatan, Mihemed Ebdo li ser mijarê got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyan dişewitînin: “Di destpêka çinînê de em 24 saetan di nava seferberiyê de bûn. Erebeyên agirkujiyê û stêrên avê, her wiha traktor ji bo rewşên awarte amade bûn‫.”‬ Dagirker êrişî agirkujan dikin‫‬ ‬Ebdo wiha dewam kir: “Dema em ber bi şewatên li kantona Şehbayê yan jî yên li navçeya Şêrawa ve diçin, artêşa Tirk a dagirker me bi çekan dike hedef, da ku em şewatan venemirînin. Welatiyê bi navê Silêman Cemîl Îbrahîm dema hewl dida şewata li gundê Kilûtiyê vemirîne, ji aliyê dagirkeran ve hat şehîdkirin.‫”‬ Em ê li gundê xwe bin Welatiyê bi navê Umer Mihemed ê ji gundê Soxanekê ye, diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker ji şewatên bi zeviyan dixe ku sivîlan ji gundewarên wan koçber bike, ji bo sivîl nêzî zeviyên xwe nebin û neçinin‫. ‬ Ayişe Mamo jî ku ji ber şewatê zirar lê bû, sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin û got, armanca wan ji van sûcan ew e ku zerarê bigihînin sivîlan û wan koçber bikin‫.‬ Ayişe got, ew dixwaze di mala xwe de bimîne û her çi qasî bikin jî lê zevî û xaka xwe ji dagirkeran re nehêle.‬ ANHA/EFRÎN