WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di çalakiya pêncşema re de serokê BDP’ê  Halîs Aktaş, Bîrgul Ozkara wekîlê şaredar Seydo Dudokanlioglu û gelek kes amade bûn.  Li ser navê girseyê serokê Tumbel-Sen a Rihayê Nurî Çetîn  balkişand ser girtin û mirinan.  Çetîn diyar kir ku her roj êdî û bûye roja reş. Çetîn da zanîn ku Roboskê jî bi pereyan tê veşartin.
QOSER: Li Qoserê jî çalakiya pêncşema Reş pêk hat. Xebatên şaredariyê, nûnerên BDP û saziyên rêxistinên civakî tevli bûn.  Sekreterê Egîtîm Sen a Qoseê Salîh Kuday diyar kir ku civak bil êdan, cop û gefan tê terbiyekirin. Kuday da zanîn ku armanc eve ku gel bê deng bikin.
 ÊLIH: Li Êlihê jî di çarçoveya çalakiyên pêncşema re de li ber avahiya şaredariyê gelek kes hatin cem hev. Wekîlê şaredariya Êlihê Serhat Temel polîtîkayên şaş yên dewletê anîn ziman û got ku dewlet dê rojekê bi van kesên ku kirine girtîgehê rojekê rûne  meseleya Kurd nîqaş bike. Temel di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji berk u kes li derve nemaye. Dewlet mecbure ku bi van kesan re biaxive. Em girtina Ruken Yetîşkîn şermezar dikin.

KAYAPINAR: Xebatkarên şaredariya Kayapinarê jî bi armanca ku girtina siyasetmedaran û şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn şermezaer bikin  çalakiya pêncşema reş ya 100’emîn pêk anîn. Gelek kes li ber avahiya şaredariyê hatin cem hev. Di çalakiyê de şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr axivî û diyar kir ku ev 100 hefteye li bende edeletê ne û wiha pê de çû: “Li cihekî hiqûq tunebe êş heye. Edî girtin bûne wekî tolhildanê. Li şûna ku em serî li zilmê bitewînin emê di girtîgehan de razin.”

NAVENDA NÛÇEYAN