
ŞIRNEX: Li Şirnex û navçeyên Sîlopî, Cizîr û Elkê yên Şirnexê bi hezaran kes daketin qadan û ji bo nimêja înê ya sivîl ref girêdan. Li navçeya Sîlopiyê bi hekaran kes li baxçeyê Şaredariya Sîlopiyê kom bûn û ref girêdan. Li gel endam û reveberiyên BDP'ê û enamên meclîsa şaredariyê girsê nimêj kir û bi Kurdî weaz dan. Li Cizîrê û Hezexê jî bi hezaran kes li berh avahiyên BDP'ê kom bûn û ji bo nimeja sivîl ref girêdan.
SÊRT: Li Sêrtê û navçeya Misircê jî nimêja înê bi girseyî hate kirin. Li Sêrtê ji ber sermaya zêde girsê li Rêxistina BDP'ê ya Sêrte ref girêda û nimêj kirin. Endam û rêveberên BDP'ê jî amade bûn.
AMED: Li Amed û navçayên Farqîn, Bîsmîl Erxenî jî bi hezaran kes kom bûn û wekî her hefteyê vê hefteyê jî bertekên xwe yên li dijî operasyon tecrîd û êrîşên li ser Kurdan anîn ziman.
ÊLIH: Li Êlihê jî wekî her hefteyê vê hefteyê jî bi sedan kes li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê kom bûn. Vê hefteyê eleqe gelek zêde bû. Bi sedan kesên kom bûn tecrîd, operasyon û astengiyên li ser Roj Tv şermezar kir.
RIHA: Li Rihayê jî girsê li Navenda Kargeriya Karakoyunê nimêja înê kir. Li vir jî bi Kurdî weaz hat dayîn. Di minêjê de bang li her kesî hate kirin û hate xwestin ku beşdarî mîtînga "Ez livirim" a di 25'ê çile de pêk bê bibin.
MÊRDÎN: Li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Dêrikê jî bi sedan kes kom bûn û nimêj kirin. Li Nisêbînê wekî her hefteyê vê hefteyê jî bi sedan kes li Parka 100. Yilê kom bûn û ref girêdan.
WAN: Li Wanê piştî ku erdhêj pêk hat û ev qas pirsgirêk tên jiyîn jîn dîsa nimêja îna Sivîl hate kirin.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî ji ber rewşa hêwayê û berfê nimêja Înê li avahiya BDP a Colemêrgê hate kirin. Meleyê teqawît Zekî Çîftçî nimêj da kirin.
MELEZGÎRT: Li navçeya Melegîrtê ya Muşê ji şert û mercên hewayê nimêj li avahiya BDP'ê hate kirin. Mele Nurî Şener li pêşiya girseyê nimêj da kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN