Rîazat da xuyakirin, ku di nava çend mehên dawî de rejîma Tirk bêhtir otorîter bûye, kanalên televîzyonên Kurd ên li Tirkiyeyê girtine, pêşî li têkoşîna demokrasiyê digire, azadiya çapemeniyê ji holê rakiriye û herî dawî ji ber zexta dewleta Tirk Eutelsatê kanalên televîzyonê yên Kurd ên li Ewropayê weşanê dikin, girtine.
Rîazat diyar kir, ji ber peymana li ser penaberan, hikûmeta Swêdê li hembêza Erdogan rûdinê û tevî vê yekê jî meraq dike bê ka Serokwezîr Stefan Lofven li ser mijarê çi difikire.
Lofven jî da xuyakirin, ku gotina ‘hikûmet li hembêza Erdogan rûniştiye’ şaş e û anî ziman, ew ji ber rewşa mafên mirovan û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bi fikar in û vê yekê jî bêteredût bilêv dikin.
Pirsa Newroz TV
Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep Hans Lînde jî doh pêşnûme pirsek pêşkêşî parlamenê kir û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom pirsî, ka li ser dewamkirina weşana Newroz TV´yê difikire çi bike?
Li aliyê din Komeleya Zanistên Siyasetê ya Swêdê (SWEPSA) ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî ramanê û girtina rojnamevan û nivîskaran bi pêşengiya Profesor Mîchel Mîchelettî û Lars Johan Hîerta kampanya îmzeyan da destpêkirin.
188 zanyarên siyasetê yên ji zanîngehên cuda yên Swêdê mora xwe danîn binê kampanyayê û ev 188 îmze bi nameyekê ji Sefîrê Tirkiyeyê yê li Stockholmê Kaya Turkmen re hatin şandin.
MÛRAT KÛSEYRÎ /ANF / STOCKHOLM