Xemdar hat binçavkirin
Xemdar ku ji bo beşdarî şahiya 8'ê Adarê bibe çûbû Şingalê, dema li ser dika şahiya li gundê Gohbelê distira hêzên asayîşa PDK'ê dest li çalakiyê werdabûn û di navbera girseya gel û asayîşê de tengezarî derketibû. Hat îdîakirin ku Xemdar bê destûr çûye Şingalê. Hunermend Xemdar piştî serbest hat berdan ji ANF'ê re axivî û got, "Piştî ku min xistin binçavan, heqaret li min kirin. Dema min jî bersiv da wan, hingî dest danîn ser pasaporta min û îdîa kirin ku ez bêdestûr hatime Şingalê. Lê ez bi rêyên qanûnî hatim. Bi pasaporta xwe hatim. Ez welatiyekî Alman im. Bi pasaporta xwe hatim Hewlêrê. Bi heman rengî jî hatim Şingalê."
´Axa me ji mere qedexe ye´
Hunermend Xemdar da zanîn ku dema hunermendên Tirk tên Başûrê Kurdistanê rastî astengiyên bi vî rengî nayên û destnîşan kir ku manîdar e astengiyên wiha derdixînin pêşiya hunermendên Kurd. Hunermend Xemdar got, "Ev der welatê me ye û eger ji vir re Kurdistana azad tê gotin, hingî bi ti awayî ev astengiyên li pêşiya hunermendên Kurd tên derxistin nayên qebûlkirin."
Pîrozbahiya jinan astengkirin
Zext bi vê jî bi sînor nînin. Çend roj berê Meclîsa Jinan a TEVDA bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li Şengal a Mûsilê xwest pîrozbahiyek lidarbixe. Lê belê ev pîrozbahî rastî mudaxeleya hêzên peşmergeyan hat.
Gel nerazîbûnên xwe bi qêrîna sloganan nîşan da. Nêzî 2 hezar jin ku beşdarî pîrozbahiyê bûn, piştî xwendina peyama Meclîsa Jinan û ya TEVDA hunermend Xemdar derket ser dikê. Di wê navberê de hêzên pêşmergeyan derdora girseyê bi maşîneyên zirxî dorpêçkirin, jenerator vemirandin û hewl dan girseyê belav bikin.
Gel bi dirûşmeyan ku nerazîbûna xwe anî ziman, careke din jenerator pêxistin û ji cihê mayî pîrozbahî dewam kirin. Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan li ser fermana ji Hewlêr mudaxeleyî pîrozbahiyê kirine.
Du kesan binçavkirin
Di navbera girseya ku bi dirûşmayên, "Bijî Serok Apo" nerazîbûna xwe nîşan dan û pêşmergeyan de aloziyeke demkurt rû da. Tevî destwerdana pêşmergeyan jî girseyê pîrozbahiya xwe dewam kir û bi coş bi dawî kir.
Di encama van zextan de 2 xebatkarên TEVDA li gundê Xanesor ya girêdayî Şingalê ji aliyê hêzên taybet ên pêşmergeyên PDK’ê ve hatin girtin. Hêzên taybet ên PDK´ê ku navenda wan li gundê Sinonî ye 3’ê Adarê demjimêr 22:00’ê şevê de li ser malek ya li gundê Xanesor girtin û 2 xebatkarên TEVDA´yê li ber çavên malbatê ku zarok jî di mal de bûn, bi darê zorê binçavkirin.
ŞENGAL