
Nivîskar Qahir Bateyî, bal kişand ser bêtehamuliya li hemberî zimanê Kurdî ya li dibistanên dewletê û got, zextên li ser Kurdî stratejîk in.
Li dibistanên dewleta Tirk her diçe bêtehamuliya li hemberî Kurdî zêdetir dibe. Li Bismila ser bi Amedê, mamosteyekî propagandaya MHP’ê kir, li pêşdibistaneke li Sêrtê li ser eniya xwendekarekî nîşaneya ala Tirk hat çêkirin û li Şirnexê jî axaftina Kurdî hat qedexekirin. Perwerdekara KURDÎ-DER’ê ku bi KHK’ê hat girtin, Xecê Kiye û nivîskar-lêkolîner Qahir Bateyî li ser mijarê got, ji berê heta niha polîtîkayên asîmlasyonê didomin û ev yek polîtîkayeke stratejîk a dewleta Tirk e.

‘Divê malên me bibin dibistan’
Xecê Kiye, anî ziman ku ji bo polîtîkayên asîmlasyonê yên li ser Kurdî bên pûçkirin, peywireke mezin dikeve ser milê dê û bavan. Xecê Kiye, diyar kir ku pêşengê vê yekê dayik in û got: “Divê malên me ji bo zarokên me bibin dibistan. Ji serdema Komarê heta niha, dibistanên Kurdî çênebûne. Lê belê li gel vê yekê jî zimanê Kurdî heta roja îro xwe parastiye. Ev yek bi saya berxwedana dayikên me pêk hatiye.”
‘Stratejî qet neguherî’
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê, nivîskar Qahir Bateyî, diyar kir ku ev 20 sal in ew li ser zimanê Kurdî dixebite. Bateyî, dest nîşan kir ku stratejiya asîmîlasyonê ya dewletê qet neguheriye. Bateyî diyar kir ku îro li hin zanîngehan beşên Kurdî hene, lê tu ewlehiyeke wan a qanûnî tineye. Bateyî, dest nîşan kir ku berê dewletê bi darê zorê Kurdî qedexe dikir, lê niha ev qedexe bi rêbazên modern tê kirin. Bateyî diyar kir ku polîtîkaya asîmlasyonê ya vê serdemê hîn sîstematîktir û kûrtir e.
‘Divê siyasetvan bi Kurdî biaxivin’
Bateyî, dest nîşan kir ku li hemberî stratejiya tinekirina zimanê Kurdî, wan û siyasetvanên Kurd, stratejiyek bi pêş ve nexistiye. Bateyî got, sedemeke ku zimanê Kurdî bi evqas zext û zoriyan re rû bi rû dimîne jî ji ber siyasetvanan e. Bateyî wiha got: “Siyasetmedarên me polîtîkayê bi zimanê xwe nakin. Navê zarokên me bi kurdî ye, lê zimanê wan bi Tirkî ye. Ji ber vê ye ku dewlet stratejiya xwe ya ji bo zimanê Kurdî naguherîne.”
Bateyî, got ku divê her kes li hemberî zext û zoriyên li ser ziman têbikoşe û got, “Divê jiyana me bi Kurdî be. Divê em zarokên xwe bi zimanê wan mezin bikin. Divê em pirtûkên Kurdî, weşanên bi Kurdî bixwînin û li wan temaşe bikin. Dema em li her derî bi Kurdî biaxivin, em ê van polîtîkayên asîmlasyonê pûç bikin.”
MA / WAN