Ji aliyê din ve li girtîgeha Elbîstanê jî pêkanînên dij mirovahî di dewrê de ne û rayedarên girtîgehê xwe amade dikin ku li ode, destşo û serşoyên li girtiyên din kamerayan bi cîh bikin. Parêzer Nîhat Ekîncî û Selçûk Kozagaçli li dijî van pêkanînan nerazîbûn nîşan dan û ev weke hewldanên dij mirovahî nirxandin.
Di demên dawiyê de girtigehên li Tirkiyê tijî bûn û kapasîteya xwe derbas kirin. Li cihê ku divê yek kes lê bimîne, 2-3 kes lê dimînin. Li girtîgeha Tîpa M'ya Êlihê ku herî zêde 362 kes dikarin lê bimînin, hejmara girtiyan derket 700'an. Nûçegihana girtî ya DÎHA'yê Gulsen Aslan ku ew jî di heman girtîgehê de ye diyar kir ku di qoxuşên ku herî zêde 16 kes dikarin lê bimînin, 36 jin hatine bicîhkirin. Tevî vê yekê her roj hêjmara binçavkirinan zêde dibe. Dewleta Tirk di dewsa ku kesên girtî tahliye bike weke rêbaza çareseriyê dixwaze rêbaza sîrgûnê bixe dewre û ev jî bi xwe re pirsgirikên din bi xwe re tînin.
Çareseriyê di sirgûnê de dibînin
Xizmên girtiyan û parêzerên mafên mirovan jî diyar kirin ku piştî sirgûnên 50 girtiyan, wê paşê 40 girtiyên din jî bên sirgûnkirin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nîhat Ekîncî got; "Kesên ku li girtîgehê dimînin du qat zêde kirine. Di van şert û mercan de ne mimkûn e ku girtî wekî mirovan dijîn. Rewşa girtîgehên li navçêyên nêz jî ji ya Êlihê ne cudatir e. Dema ku rewş wisa bû vê carê rêveberiya girtîgehê jî neqilkirina girtiyan fikirîne. Ev hejmar destpêkê dê 50 be. Lê nayê wê wateyê ku ev hejmar dê zêde nebe. Aşkeraye ku neqilkirin ne çare ye. Çare tehliyekirin e."
Girtî bi kamera werin şopandin
Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê jî rayedarên girtîgehê li ode, destşo û serşoyên girtiyên jin amadekariyên bicihkirina kamarayan dikin. Ji bo ku li odeyên girtiyên jin qemera bê bicihkirin 3 cih tesbît kirin. Di encama tesbîta cih de qemera yek serşo û destşoyê, yek qada jiyana hevkar û mutfaq û yek jî hewşê dibine hate amadakirin. Girtiya bi navê Selver Yildirim li ser navê girtiyan nameyek şand û bal kişand ser rewşa girtiyên jin a taybet û anî ziman ku bikaranîna qemera serşo û destşoyê bibînin bên bicihkirin nayê qebulkirin û ew vê yekê qebûl nakin.
'Ev nayê qebulkirin'
Yildirim, da zanîn ku girtiyên jin vê yekê qebul nakin. Yildirim, bilêv kir ku pêkanîna rêveberiya girtîgehê provokatîf e. Yildirim, anî ziman ku heke rêveberiya girtîgehê tiştekî xera bike tu qemera vê yekê astang nake. Yildirim, destnîşan kir ku heke tişteke neyînî çêbibe berpirsiyarê ve yekê Wezareta Dadê û hikûmet e. Yildirim, diyar kir ku girtiyên jin têkildarî mijarê de ji ÎHD, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Wezareta Dadê re daxwazname şandin.
Kozagaçli: Pêkanîn li dijî ehlaqê ye
Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli jî diyar kir ku ev pêkanîn li dijî qanûnan e û li dijî hiquqê ye. Kozagaçli, anî ziman ku korîdor û qadên jiyanê yên hevpar tên şopandin di demek nêz de li Girtîgehan Tîpa F a Sîncanê qemera li odeya parêzeran jî hatin bicihkirin. Kozagaçli, da zanîn ku xebatekî rayedaran a wisa heye û wiha got: "Ev pêkanîn nayên qebul kirin. Em ê bi lezgînî dest bi hewildanan bikin. Ev yek li dijî ehlaqê ye û nayê qebul kirin."
DÎHA/ÊLIH