Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê rewş û tendirûstiya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan de daxuyaniyek belav kir û got: “Xwedî li deng û îradeya azadîxwaz a Zeyneb Celaliyan derkevin.” KJAR´ê ragihand ku Zeyneb Celaliyan li zindanê bi vîrusa koronayê ketiye rewşa wê ya tendirûstiyê ne baş e. Her wiha ji aliyê rêvebirina Îtlaetê ve rê nayê dayin ku ji wir wê bişînin nexweşxaneya ji derveyî hepsê û bê dermankirin. KJAR’ê got, "Divê nexasim jin, her kes xwedî li kesên azadîxwaz yên di zindanên Îranê de derkeve. Divê em bi her awayî xwedî li îradeya xwe derkevin û em nehêlin ew deng were bêdengkirin ku hebûna me, bi hebûna wan heye. Li hemberî rewşa girtiyên siyasî yên di zindanên Îranê de bêdeng nemînin. Bi taybetî jî li ser rewşa Zeyneb Celaliyan bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî wê bibe sedemê metirsiya li ser jiyana girtiyên din.” NAVENDA NÛÇEYAN