Dewleta Tirk beriya salekê roja 20´ê Çile bi 72 balafiran herêma Efrînê bombebaran kir. Bi hezaran komên çete û artêşa Tirk li gel hev Efrîn wêran kirin, komkujî pêk anîn û roja 18´ê Adara 2018´an jî bajêr hat dagirkirin. Mixabin hin komên ku xwe weke Kurd bi nav dikin jî alîkarî dan vê hovîtî û dagirkeriyê. Van koman jî pişta xwe da Enqere û Hewlêrê. Niha li bendê ne herêmên din ên Rojava jî werin dagirkirin.
Mijara dagirkirina Efrînê mijareke berfireh e, û gelekî hat nirxandin. Yek ji aliyê vê dagirkeriyê jî talankirina darên zeytûnan e. Piştî ku evder ket bin dagirkeriya dewleta Tirk bi hezaran darên zeytûnan hatin birrîn. Paşê derket holê ku zeytûnan didizin û difroşin Spanyayê. Tê gotin ku di nava vê bazirganiyê de gelek şirketên Tirkiyeyê û Ewrûpayê jî hene.
Lê beriya sê, çar rojan di kanala televizyonê ya bi navê Rûdaw de nuçeyek hat weşandin û vê nuçeyê eşkere kir ku Zeytûnên Efrînê birine Hewlerê jî. Li wir dar çandine û qaşo dixwazin derdora Hewlêrê bi zeytûnên Efrînê bixemilînin.
Pêşkêşvabê vê televizyonê ku naxwazim navê wî li vir hildim û nivîsê pê biherimînim, çû cihê ku dar lê hatine çandin û ev nûçe pêşkêş kir. Di vê nûçeyê de yeko yeko behsa başiya dagirkerî û talanê hat kirin. Yanê, di salvegera dagirkeriyê de gelê Kurd dewleta Tirk protesto kir, çapemeniya Hewlêrê jî pesnê dewleta Tirk û komên DAIŞ”ê da.
Kanala Rudawê ji aliyê MÎT”a Tirk ve hatiye damezrandin. 6 rêveberên wan endamê MÎT”ê ne. Ev belge di Wîkîleaskê de hatin weşandin, hevce nake em dubare bikin. Ji ber vê yekê ew wezîfeya xwe dikin. Bi zimanê Kurdî propagandaya hovîtiya dewleta Tirk dikin. Û kesên ku vê yekê dibînin, lê dîsa beşdarî weşanên wan dibin jî divê fedî bikin. Çi ji Başûr, çi ji Bakur û çi jî Rojava, kesên ku beşdarî kanala MÎT”ê dibin, zirarê didin gelê Kurd!
Îca em dîsa werin ser mijara Zeytûnan. Bêguman Zeytûnên Efrînê yên hemû Kurdistanê ne û li tevahiya Kurdistanê dikarin werin belavkirin, dar werin çitilandin û çandin. Lê niha hat fêmkirin ku rêveberiya Hewlêrê ku beriya dagirkeriyê dijminahiya Efrînê dikir, li benda rojeke wiha bû, ango li benda dagirkeriyê bûye. Piştî ku komên çete ketin Efrînê, wan jî zend û bendên xwe badan û komên ENKS´ê şandin Efrînê.
Niha jî her roj daxuyaniyê didin û bang li dewleta Tirk dikin ku erişî herêmên din ên Rojava bike. Li dinyayê digerin û dibêjin, “em amade ne bikevin cihê YPG”ê. YPG herêmên Rojava li hemberî DAIŞ´ê parastin bi hezaran şehîd dan, lê ev radibin û dibêjin "YPG teror e."
Hemû Kurd dizanin ka DAIŞ kî ye û çi ye. Wan kesên ku bi navê DAIŞ´ê êrişî Hewlêr, Şengal, Mexmûr û Kobanê kir, îro bi navên cuda, bi kincên cuda li gel artêşa Tirk êrişî Efrînê dikin. Xwe amade dikin ku êrişî Minbicê, Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê û tevahiya Rojava bikin. Komên girêdayî Hewlêrê jî dixwazin herin alîkariyê bidin wan. Ji bilî xiyanetê ti navekî vê yekê tineye.
Kanala wan Rudaw jî her roj behsa vê yekê dike. Êdî navên bajarên Rojava jî bi Erebî dinivîsin. Dixwazin peyamê bidin hêzên dagirker û bibêjin, “em li gel we ne.”
Çawa Zeytûnên Efrînê dizîn û birin Hewlêrê, dixwazin bajarên din ên Rojava dagir bikin, talan bikin û bibin bifroşin. Ti armanceke wan a ji bo gel tine. Ew ji bo berîka xwe tijî pere bikin û dewlemend bibin, tevdigerin. Pere li ku be ew jî li wir in. Dagirker û dijminên Kurdistanê jî pere didin wan ji ber vê sedemê ev kom jî tim amade ne ku herin ber deriyê dijminên Kurdan.
Zeytûn sembola Efrînê ye. Kes û komên ku zeytûn talan kirin û dizîn, li hemberî Efrînê xiyanet kirin. Destê wan di rijandina xwîna bi sedan sîvîl û şervanan de heye. Divê ev neyê jibîrkirin. Û yên ku li Efrînê ev xiyanet kirin, nikarin li devereke din tiştekî baş bikin. Hebûna wan li ser xiyanet û talankirinê ye.
Zarokên Efrînê wê dizên darên zeytûnan ti carî ji bîr nekin!