Li Êlihê jina bi navê Ayşe Çetîn bi bûka xwe ya ji Qamîşloyê Bêrîvan Ahmet re ji ber nexweşiyê çûn Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Welidandina Jinan a Êlihê. Lê ji ber ku Tirkî nizanibûn rastî gotinên hemşîreyekê hatin.  Her du jinên çûn Polîklînga hejmara 203 ji ber ku Tirkî nedizanîn nexweşiyên xwe bi kurdî vegotin û rastî heqaretên hemşîreya bi navê Serpîl Akgun ên "Heke hûn tirkî nizanibin herin hîn bin û werin" hatin. Ayşe Çetin bertek nîşanî gotinên nefretê da û wiha ji hemşîreyê re got: "Em Tirk nînin ku em Tirkî biaxivin. Em zimanê dayîka xwe dizanin." Çetîn anî ziman ku heman hemşîreyê bi helwesteke nebaş nêzî nexweş û xizmên nexweşan ên din jî dibû. Rêveberên nexweşxaneyê jî diyar kirin ku ew dê derberê hemşîreyê de lêpirsîna dîsîplînê bidin destpêkirin. 

DIHA/ÊLIH