SEMÎRA ŞEHABÎ / ROJNEWS

Ji ber zilm, bêedaletî û zêhniyeta desthilatdariya mêr a kuştin û ferzkirina xwekuştinên jinan her ku diçe zêde dibin. Yek ji van deveran jî herêma Başûrê Kurdistanê ye.Çalakvan, parêzer û endamên rêxistinên jinan der barê rêjeya kuştin û xwekuştinên jinan de anketek amade kir.

Hejmar ji vê jî zêdetire

Li gorî anketa mamostayê zanîngehê, Arî Refîq ku di 25’ê Cotmehê de amade kiriye, di nava salekê de li Herêma Kurdistanê zêdetirî 50 jinan xwe kuştiye û 170 jinan jî xwe  şewitandiye. Ev hejmar kuştinên din ên jinan nahewîne.

Çalakvan, endamên rêxistinên jinan û parêzer li ser sedemên kuştin, xwekuştinên jinan û çareseriya wê nihêrînên xwe îfade kirin.

Bûyer tên veşartin

Çalakvana civaka sivîl, Hana Şiwan bal kişand ser sedemên zêdebûna kuştinên jinan û got; “Yek ji sedemên sereke yên zêdebûna kuştinên jinan, cezanedan, yan jî ne girtina kujeran e. Lêkolînên saziyên peywendîdar yên li ser van bûyeran gelek lewaz in.

Endama Rêxistina Yekîtiya Jinan, Şino Latîf jî got, “Divê jin bi xwe, xwe bi rêxistin bikin û li dijî her cûreyên şidetê têbikoşin.

Parêzera bi navê Eşwaq Necîb jî got; “Jinan neçarî xwe kuştinê dikin, ti jineke xwe di rewşeke asayî de nakuje. Jin tên kuştin û ew bûyer jî tê veşartin.