Li navçeya Farqînê ya Amedê ku jin zêde di qada karsaziyê de cih nagirin yekemîn kargeriya jinê hate vekirin. Kargeriya Jinê ya bi navê Sin Cafe û Restaurant ji aliyê karsaza jin Emîne Çîçek ve hate vekirin. Karsaza jin Emîn Çelîk dema nû kargeri vekir, di destpêkê de rastî rexne û bertekan hat. Rasti gelek zor û zahmetî hat. Lê piştî kargerî ket meriyetê û çûn û hatina wê zêde bû, pêşdaraza welatiyan a li hemberî Çîçek hate guhertin. Kargeriya Sîn Cafe û Restorant a 4 kîlometre dûrî Farqînê li Parka Gûlan a Şaredariya Farqînê hatiye vekirin niha rasti eleqeyek baş tê. Çîçek ku Sin Cafe û Restaurantê bikar tîne anî ziman ku ew ji malbatek feodal e û ji bo vê hişmendiye bişkîne û feraset û hişmendiya li hemberî jinê biguhere ev kargerî vekiriye. Çîçek, diyar kir ku dixwaze peyama ku jin jî dikarin dikargerî û karsaziyê de bi ser bikevin bidin civakê. Çiçek, destnîşan kir ku di destpêkê de dema kargerî vekir ilk aylarda rastî gef û tacîzên zilaman hatin û zahmetiyek mezin kişandin. Çîçek, bilêv kir ku niha herîn hatiye guhertin. Çîçek, da zanîn ku di destpêkê de hinek zilam dihatin cafeyê û dema çay ango kahwe dida wan, hin zilaman bêyî ku kahwê vexwin dirijandin erdê. Çîçek, da zanîn ku çend mehên dawî êdî nerîna li hemberî wan hatiye guhertin û bertekên erênî digirin. Çîçek, derbiri ku li navçyea ku feraseta feodalîzmê serdest êdî zilam wê pîroz dikin û piştgiriyê didin wê ev yek hêzê dide wê.
Çiçek, da zanîn ku êdî esnafên navçeye jî piştgiriyê didin wan. Çîçek, da zanîn ku hin zilam dibêjin "Tu jin e biçe mala xwe rûnê. Tu jin e tu nikare vî karî bike" Lê ev gotin bêtir min dixin nava têkoşîn û hiwldanê. Çiçek, anî ziman ku niha 3 jin li restorasyonê dixebitin û karê wan niha baş e. Çîçek, desnîşan kir ku dê di demsala havînê de karê wan baştir bibe.
AMED