Gerîlaya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci), di salvegera 21. a çalakiya xwe ya fedayî de li bajarên Rûsyayê Moskov û Tambovê hat bibîranîn.
Zîlan a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakiya canbexşane pêk anî, li bajarên Moskov û Tambov hat bibîranîn.
Merasîma bîranînê ya li paytext Moskovê bi destê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovê hat lidarxistin û tevî nûnerên saziyên Kurdan, gelek Kurdistanî beşdarî bûn.
Merasîmê li Navenda Çanda Kurd bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Zîlan hate nîşandan.
Nûnerên saziyên Kurdan jî li ser girîngî û wateya rojê axivîn û destnîşan kirin ku xwedîderketina li têkoşîna Zîlan, wezîfeya her miroveke/î Kurd e.
Parazvana jiyana azad
Kurdistaniyên li navçeya Pervomaysk a bajarê Tambovê, li hewşa Navenda Çanda Kurd merasîmek li dar xistin û gerîlaya PKK´ê Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn. Ji rêveberên Meclîsa Gelê Kurd a Pervomayskê, Nevî Evdiyev li ser girîngî û wateya rojê axivî û got, “Zîlan ji bo Kurdan parêzvana jiyana azad e. Li dijî polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk a faşîst, ku nirxên jiyanê yên gelê Kurd nabîne, Zîlan çalakî pêk anî. Bi saya vê çalakiyê em îro dikarin bi rengekî bi şeref qala Kurdbûna xwe bikin. Divê em bi rengê Zîlan têkoşîna xwe mezin bikin û Kurdistanê azad bikin. Bi rengê Zîlan em dikarin tecrîda li dijî Rêberê xwe bişikînin.”
ANF / MOSKOV
Bonn û Luzernê pakrewan ji bîr nekirin
Li bajarê Elmanyayê Bonnê û li bajarê Swîsreyê Luzernê, Zîlan (Zeynep Kinaci) û şervanên li Reqayê şehîd bûyî, hatin bîranîn.
Zîlan di salvegera 21. a çalakiya xwe ya fedayî de, li bajarê Bonnê hat bibîranîn.
Çalakiya ku bi destê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Bonnê hat organîzekirin, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnera Meclîsa Jinê ya Sara li merasîmê axivî û bal kişand ser rola şehîdan a di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de. Nûnerê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şehîdan got, ‘Ew fermandarên min in‘ û bi vî rengî girîngiya wan raxistiye pêş çavan.
Di bîranînê de nameya Zîlan hate xwendin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Zîlan, ji fermandarên YJA Starê Nalîn Mûş û Hêlîn Dersim ên di meha Nîsanê de şehîd bûyî, hate nîşandan.
Li bajarê Lûzernê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û PYD’ê, ji bo bibîranîna Zîlan û 3 şervanên li Reqayê şehîd bûyî, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li NCDK´a li Luzernê pêk hat û Zîlan, ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Dersim û Nalîn Mûş û şervan Yaser Adhem û Agirî Ûrmiye yên li Reqayê şehîd bûyî, hatin bîranîn. Piştî rêzgirtinê, malbatên şehîdên Reqayê bi rêya telefonê axivîn.
Civîna bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê, bi gotina dirûşman bi dawî bû.
ANF / BONN - LUZERN