Zilm hinceta berxwedanê ye
Piling Welat
Her roj ji zindanann nûçeyên îşkence û kiryarên dijminane tên. Vîrûsa korona hêdî hêdî li zindanan jî belav dibe, dev ji tedbîr û maskeyan berdin, jixwe helwesta dijminatiyê ya desthilatdariyê êdî ne tiştekî veşartî ye. Bilindbûna desthilatdariya AKPê bi girtin û binçavkirina muxalefetê re parelel pêş ket. Her ku kesên dengê xwe li ber siyaseta AKPê û Erdogan bilind kirin zêde bûn, êrişên bi armanca qirkirina siyasî jî ew çend zêdetir bûn. AKP û Erdogan jî li ser van êrişên bi armanca qirkirina siyasî îmaja xwe ya bilindbûn û mezinbûnê firehtir kirin.
Çawa ku gotineke pêşiyan a Hindistaniyan dibêje "Eger kesek naxwaze ji kursiya xwe dakeve, zanibin, bin xwe pîs kiriye". Rastiya AKPê ya 18 salan jî ev e. AKPê û Erdogan xwe li ser qirêj, qilêr û gemarê bilindkirin û garantiya hebûna wan jî ev şer û siyaseta qirêj, ya bê qaîde, bê wijdan û pîvan e.
Ev siyaset û şerê bê wijdan, bê exlaq sînor yek bi yek derbas kirin. Bi sed hezaran mirovên ku bi neheqî ji karê xwe hatine derxistin, bi deh hezaran mirovên ku bi neheqî hatine girtin, girtiyên nexweş, dayik û bavê ku zarokê wan li derve tenê mane, zarokê ku nikarin bavê xwe bibînin, bavê di zîndanê yê nikarin herin ser tirba zarokên xwe, zarokên ku bi diya xwe re di zîndanan de ne û hîn bi dehan mînakên bê wîjcdaniyê û bê rehmiyê...Rehm û wijcdan miriye li cem vê desthilatdariyê, hêviya kesî jî jixwe jê nemaye. Çavsoriyek û kîneke dijwar li hemberî hemû kesên ne ji wî ne, nîşan dide ev desthilatdarî. Nexweşiya narsîzmê wî girtiye. Di bin vê êrişê de nexweşiyeke mîna kanserê heye û li pişta vê kînê jî hesteke windakirinê ya mezin xuya dike.
Dîktator deriyên xema wî baş bikin hemû girtiye û paşeroja xwe ji me hemûyan baştir dizane. Tirs, encama hesta windakirinê ye û nahêle mirov bi aqil tevbigere, loma mirov êrişkar dibin. Dîktator jî timî bi vê tirsê radibin û rûdinin. Encamên neheqî û sûcên kirine ji her kesî baştir dizanin, loma çareya wan a dawî êriş e. Girtina mirovan, di girtîgehan de îşkencekirina wan, kuştina wan di dîrokê de kengî encam girtiye? Berovajî, cîhê ku neheqî û zilm hebe, berxwedan dibe qibleya mirovê lêgerînvanê heqîqetê. Dîrok bi mînakên vê tijî ye, ne bi saxî binaxkirina mirovan karî pêşiya ketina Saddam bigire, ne di odeyên gazê de kuştina mirovan karî pêşiya ketina Hîtler bigire, ne jî yên weke Franko û Pînochet karîne pêşiya şoreşên civakê bigirin. Dîktator piranî narsîstin û loma ji şêwirmendên ku pesnê wan bide zêdetir kesên ku rastiyê ji wan re bêjin li dora xwe nahêlin. Ev yek jî têkçûna wan misoger dike. Loma ev şer ji şerê tirsandin û tirsê zêdetir, şerê aqil û bê aqiliyê, şerê lêgerîna rastiyê û tercîha rastiyê ye. Berovajî dîktatorên narsîst, mirov her ku rêz ji xwe re digirin, berpirsyartiyên xwe zêdetir dikin, lêgerîna xwe ya heqîqetê kûrtir dikin. Ji ber vê ye Mustafa Koçak û Hêlîn Bolek di oxira daxwazên xwe de canê xwe dan. Ev kevneşopî û rêûresm, sekneke sosyolojîk û diyalektîk e. Ji destpêka dîrokê heta niha ne Sokrates ji vexwarina jehrê paş de gav avêt, ne Brûno ji tirsa şewatê dev ji ramanê xwe berda û ne jî Kemal Pîr li hemberî îşkence û mirinê paş de gav avêt. Ji ber cewherê vê rêûresmê binêrin HDPyî naqedin. Yek tê girtin, yê din cîhê wî dadigire. Civak bi tirsê dikare hinekî were bêdengkirin, lê zilm jî di heman demê de hinceta çalakiyê ya mirovê lêgerînvanê heqîqetê ye. Loma mirovê Kurd ê nû, xwe di agirê rejîma 12 Îlonê de şûştiye, bi ava dara berxwedana 14ê Tîrmehê, Şeva Çaran û Mazlûm Dogan çandiye rehên xwe. Jixwe desthilatdariya AKP û Erdogan, dinêrin ku her tiştî dikin lê êdî pê re nagîjin. Zindan tijî bûne, cîh di qawûşan de nameye. Çêkirina zindanên nû jî çareseriyê nayîne. Weke ava kaniyekê diherike dengê rastiyê. Zordarî mirovê xwedî wijdan dixe nava tevgerê de û mirovê xwedî wijdan jî bê deng namîne.