Şêniyên taxên rojhilatê Helebê yên rizgarkirî zulm û zordariya ku ji destê çeteyan dîtin anîn ziman û banga alîkariyê li rêxistinên mirovî kirin.

Piştî ku şervanên YPG/YPJ′ê taxên ′Bustan Başa, Biêdîn, Hulok, Heyderiyê, Şêx Faris û Şêx Xidir′ ji çeteyên Koalisyna Niştîmanî ya Sûrî rizgar krin, bi hezaran şêniyên wan taxan ji kuştinê rizgar kirin. Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Meclîsa taxê û Heyva Sor a Kurd a li taxê xwedî li şêniyên wan taxan derketin û li gorî derfetên xwe alîkariya wan kirin.

Nûçegihanên ANHA′yê li nav taxên rizgarkirî geriyan û li çîroka welatiya 60 salî ya bi navê Kerîme Ehmed a ji taxa Zeytûnat guhdarî kirin. Kerîme spasiya şêniyên taxa Şêxmeqsûd kir û bi çavên tijî hêsir serpêhatiya xwe vegot: ″Çeteyan gelek zulm û zordarî li me kirin û jinên me tecawiz kirin.″

Welatiyê bi navê Hemam El-Ferec yê 35 salî yê ku ji ber kiryarên çeteyan û rêjîma Baas ji taxa Mercê koçî taxa Hulok a rojhilatê Helebê kiriye çîroka xwe wiha anî ziman: ″Dema ku ez li ber deriyê mala xwe bûm, topeke hawanê li ber mala me ket. Di encamê de, lingê min ê çepê qut bû , niha jî ez nikarim zarokên xwe yên biçûk xwedî bikim. Divê rêxistinên mirovî destek bidin me.″

Welatiya bi navê Fatma Hesen ji taxa Şêx Xidir e kiryarên çeteyan wiha vegot: ″Çeteyan av li ser qut kiribûn. Em spasiya şervanên YPG/YPJ′ê dikin ku taxên me rizgar kirin û em ji zulma çeteyan xelas kirin.″