Rêxistina BDP'ê ya Wanê zext, girtin û operasyonên li dijî kurdan pêk tên bi meşeke şermezar kir. Girseyê li pêşiya konê BDP'ê kom bûn û meşek lidarxist. Di meşê de tevî Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, ÎHD, MEYA-DER û saziyên civaka sivîl amade bûn. Piştî meşê li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî hat dayîn.

'AKP'ê berpirsiyarê hemû komkujiyan e'
Li ser navê komê Parlementerê Wanê Uçer axivî bal kişand ser zext û bûyerên dawî.  Uçer, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê di bin navê îslam û demokrasiyê de li dijî gelê kurd kuştin û zilmê dimeşîne û weha got: "Hikûmeta AKP'ê berpirsiyarê hemû kuştin û komkujiyên ku li Tirkiyeyê pêk tê ye. Berpirsiyarê komkujiya li Roboskiyê ye. Ji kuştina Ceylan Onkol û hemû kesên hatin kuştin berpirsiyar e."

Gelê kurd ji bo mafê xwe wê têbikoşe
Uçer anî ziman ku gelê kurd wê heta dawî ji bo mafê xwe yê ziman, nasname, statu, çand û hemû nirxên xwe têbikoşe û weha dewam kir: "Ji bo tecrîda li ser Brêz Ocalan rabe, ji bo operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin, ji bo tundî, înkar û îmha bi dawî bibin gelê kurd wê li mafê xwe xwedî derkeve û têbikoşe. Bila wezîr û Serokwezîr baş zanibin ku gelê kurd tu carî bi nirxên xwe re xiyanet nekiriye û wê neke. 

DÎHA/WAN