Girtiya Nexweş Meles Tekîn ji bo ku were berdan ev 2 meh in li benda rapora Saziya Tiba Edlî ya Edene ye. Rewşa Tekîn her ku diçe girantir dibe. Tekîn niha li girtîgehê bi diyalîzê girê dane.

Meles Tekîn a 73 salî ku bi hinceta ku cezayê wê yê teqez bûyî yê 4 sal û 2 mehan heye, Nîsanê li Mêrdînê hat girtin, piştre sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê bû. Tekîn ku ji ber nexweşiyên xwe tim dibirin revîrê, ji bo rapora Tiba Edlî şandin Edene. Wê diyar bibe bê ka bi raporê wê Tekîn were berdan yan na. Tekîn ji bo vê ev 2 meh in li benda raporê ye.

Bi zorê dikare bimeşe

Bi Tekîn re nexweşiya dil, sing, rajenê û şekir heye. Malbatê got bi taybetî rajena wê tim zêde dibe û hema hema her roj wê dibin revîrê. Diyar bû ku Tekîn bi alîkariya girtiyên di koxuşê de dikare jiyana xwe bidomîne û her wiha hate gotin laşê wê diwerime. Meles ji ber sedema kezebê bi zorê dikare bimeşe. Wê li koxuşê Meles girêdayî diyalîzê bikin.

Hem li girtîgeha Mêrdînê û hem li Xarpêtê ji bo serbestiya kontrolkirî serî lê dabûn lê bi hinceta raporê serlêdan nehatibû qebûlkirin.

 

ANF/EDENE