SADIYE ESER / MA / XARPÊT

Metîn Serhat li Hepsa Xarpêtê 68 roj in ku di greva birçîbûnê de ye. Wî got, heta niha ji xeynî lîmon û şekir tiştek nedane wan û israra xwe ya di serketinê de jî wiha îfade kir: "Em ê tecrîdê bişikînin."

Li Hepsa Hejmar 1 a Tîpa F a Xarpêtê Metîn Serhat, Harûn Alkan û Mûsa Candemîr ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne û her wiha Îsa Eşsîz, Mûrat Ergen û Ergul Tûncay jî ji 5'ê Çile ve di greva birçîbûnê de ne.

Metîn Serhat, bi rêya telefonê li malbata xwe re got, moralê wî pirr xurt e: "Li vir em 6 kes di greva birçîbûnê de ne. Em du kom in. Koma ewil ev 67 (îro 68) roj in û ya din jî 47 (îro 48) roj in di greva birçîbûnê de ye. Bijîşk pirr guh nadin me. Ji derve jî bijîşk nayên.

Ji ber çalakiyê, ev du hefte ne zext û zoriyên li ser me zêde bûne. 4-5 caran jî avêtin ser odeyên me. Odeyên me serobino kirin û çûn. Em jî mecbûr man ku kincên me yên hatin qirêjkirin bi saetan bişon. Ji ber vê enerjiya me namîne. Bi zanebûn wiha dikin. Dixwazin me biwestînin."

Çalakî wê dewam bike 

Serhat, destnîşan kir ku heta niha ji xeynî şekir û lîmon tiştek nedane wan û got: "Rewş di asteke krîtîk de ye. Sibe, dusibe heger di warê tenduristî de tiştek biqewime, berpirsiyar îdare û bijîşkên li vir in."

Herî dawî Serhat biryardariya xwe ya çalakiyê wiha îfade kir: "Em ê vê tecrîdê bişikînin. Heta tecrîd bi dawî bibe, çalakiya me wê dewam bike."