Daneyên hatî bidestxistin li gorî bajarên Herêma Kurdistanê bi vî rengî ye:

*  Li gorî daneyan li Hewlêrê ji meha yek heya meha 6’a îsal 3 jin hatine qetilkirin û 13 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne. 16 jinan jî xwe şewitandine. 56 jin şewitîne. Li ser 7 jinan destdirêjî hatiye kirin.

*  Li bajarê Silêmaniyê 3 jin hatine qetilkirin û 7 jinan dawî li jiyana xwe anîne. 27 jin şewitîne û 4 jinan xwe şewitandine. Li hember 8 jinan destdirêjî hatiye kirin.

*  Li Dihokê 6 jin hatine kuştin û 16 jinan dawî li jiyana xwe anîne. 25 jin şewitîne û 21 jinan xwe şewitandine. Li hember 24 jinan jî destdirêjî pêk hatiye.


Li dijî jinê tundî zêde bûye

Rojnameger û çalakvana jin Baxan Salih diyar kir ku ew rewş li Herêma Kurdistanê gelek metirsîdar e û got: “Ji derveyî tundiya li dijî jinan dihate kirin, çend sal e ji ber krîza aborî û rewşa welatiyan tundî zêde bûye. Rêxistin û saziyên jinan nekariye ji bo kêmkirina tundiya li dijî jinan hişyariyek çêbike.”


HANA AZAD/ROJNEWS/HEWLÊR