Li Êlihê di şeva sala 1995’an de Husnu Çankay û Şêxmûs Erol têne binçavkirin û piştre bi hev re tînin Qereqola Cendirmeyan ya Mîdyatê. Piştî dibin Dozgeriya Mîdyatê û serbest têne berdan ji aliyê JÎTEM’ê ve têne revandin. Êdî ji Çankaya û Erol agahî nehate girtin. Du termên ku wê demê li nêzî gundê wa hatin dîtin jî hatin tunekirin. Husnu Çankaya ku ji gundê Selhê yê girêdayî Mîdyatê bebeka xwe ya nexweş ya çil rojî bi hevjîna xwe Edlî Çankaya (55) re dibe Êlihê û li mala tiyê xwe dimîne. Şeva 3’ê Îlona sala 1995’an de li gel hevjîna xwe tê binçavkirin. Piştî rojekê hevjîna wî Edlê Çankaya tê berdan, lê êdî ji Husnu Çankaya yê wê demê 45 salî ye agahî nayê girtin. Şêxmûs Erol jî ji ber ku cerdevanî qebûl nekir ji gundê Batê yê girêdayî Mîdyatê hate derxistin, koçî Êlihê kir. Polîs şeva 3’ê Îlona sala 1995’an di ser mala Erol de digire û Erolê 60 salî binçav dikin û weke Husnu Çankaya êdî agahî jê jî nehate girtin.


Bi pitika xwe re hate binçavkirin
Edlê Çankaya da diyarkirin ku, ji ber ku kurê wan Mehmet Seîdê çil rojî nexweş ket 1’ê Îlona 1995’an ji gundê Selhê yê Mîdyatê bi hevjînê xwe Husnu Çankaya re ew birin nexweşxaneya li Êlihê û ew roj wiha vegot: “3’ê Îlonê nîvê şevê bû  polîsan di ser mal de girt. Li gel hevjînê min ez jî binçavkirim. Ez jî bi bebeka xwe ya çil rojî ya nexweş re hatibûm binçavkirin. Piştî ku em birin Midûriyeta Polîsan ya Êlihê, em ji wir şandin Qereqola Cendirmeyan ya Heskîfê.Heya sibehê em li Heskîfê man, ji wir jî ber berê sibehê ve em birin Qereqola Cendirmeyan ya Mîdyatê. Ez hatim berdan. Hevjînê min ma; piştre neh rojan me agahî jê negirt.”

´Terman jî tunekirin´

Edlê da zanîn ku, dema ku hevjînê wê di bin çavan de bû li nêzî gundê Hesbinasê yê girêdayî Mîdyatê wan agahiya du cenaze girt û da diyarkirin ku, “Bi fikra ku herdu cenaze yên aydê hevjînê min û Şêxmûs Erolê ku di heman şevê de li Êlihê hatî binçavkirine, tiyê min Xelîl Çankaya çû cihê hate îdiakirin cenaze lê ne, lê cenaze li wir nebûn, tenê qafikên guleyan û xwîn li wir hebûn. Me piştre zanî ku, hêjan tiyê min neçûyî cenaze ji wir birine.”

Dozgerî berda JÎTEM girt

Edlê Çankaya anî ziman ku, “piştî 9 rojan Hecî Şukru Yahşî yê li gundê me cerdevantî dikir, hate gel me û got, wî li gel hevjînê min kesek din jî li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan dîtiye û got, dê herduyan derxînin dozgeriyê. Wê rojê em li bendê bûn hevjînê min bê mal. Roja din Hecî Şukru hat pirsa ka hevjînê min hatiye yan na kir. Me jî got nehatiye. Ji me re got, hevjînê te û kesê pêre serbest hatine berdan.”
Edlê Çankaya wiha got; li ser vê yekê tiyê min Xelîl Çankaya çû Dozgeriya Mîdyatê û pirsa aqûbeta hevjînê min kir, “Dozger dibêje me ‘birayê te serbest berdaye’. Piştî wê rojê hemû serlêdanên me bê encam man. Êdî min ji hevjînê xwe agahî negirt. Piştre cerdevanên ku agahî da me, ji me re got, dema ku hevjînê min û Şêxmûs Erol ji aliyê dozgeriyê serbest hatin berdan, ji aliyê JÎTEM’ê ve hatine revandin.” Edlê ani ziman ku ew  bi 9 zarokên xwe re bêy ku agahiyekê ji hevjînê xwe bigirim maye tenê.

´Cenazeyek ji wan yê hevjînê min bû´

Hasîne Erol jî tîne ziman ku,meha Îlona 1991’an li gundê Batê yê girêdayî Mîdyadê ji ber ku ew nebûn cerdevan ji aliyê artêşa Tirk û cerdevanan ve hatin derxistin û got, wan zarokên xwe birin û çûn Êlihê. Bûyerêne piştê wê rûdane jî wiha tîne ziman: “Li Êlihê nîvê şeva 3’ê Îlona 1995’an bû, polîsan di ser mala me de girtin, hevjînê minê wê demê 60 salî binçavkirin. Hevjînê min bi Husnu Çankaya re binçavkirîn. Bi hev re destpê kê birin Heskîfê piştre birin Qereqola Cendirmeyan ya Mîdyatê. Piştre ji aliyê dozgeriyê ve serbest hatin berdan. Lê belê dema ku ji dozgeriyê derdiketin ji aliyê çeteyên JÎTEM’ê ve hatin revandin.”

´Hevjînê min yê 60 salî kuştin´

Hasîne Erol da diyarkirin ku, ji du cenazeyên li nêzî gundê Hesbinasê hatibûn dîtin yek ji wan ê hevjînê wê bû û gotinên xwe wiha domandin: “Dema ku hevjînê min hatî binçavkirin 60 salî bû û mirovekî di hale xwe de bû. Dewlet ew qas zalim û dervey mirovahiyê ye ku kesekî kal dibe qetil dike. Ez dixwazim berpirsyarên vê bûyerê bêne darezandin.”


SEDAT SUR/ANF/MÊRDÎN