Hunermend Kawa Bozo li bajarê di kontrola çeteyên dewleta Tirk Ezazê de berê hatibû revandin û li heps û êşkencexaneyên çeteyan rastî eziyet û zilmeke mezin hatibû. Wî ev zilma hanê bi stranên xwe yên ´rap´ê gotin.
Kawa Bozo bi stranên xwe yên bi şêwaza rapê yên ritmên bilez tê nasîn. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ew li deriyê sînor ê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ji ber ku Kurd e, revandin û 7 mehan di hepsan de ragirtin.
Revandin û bi fîdyeyê berdan
Deriyên sînor ên di navbera her du dewletan de li pêşiya Kawa girtî bûn. Tenê deriyê sînor ê Ezazê yê di kontrola çeteyên dewleta Tirk de vekiribû. Dema ji Tirkiyê vedigeriya Sûrî, ji hêla çeteyan ve hat revandin û ew kirin hepsekê li wir.
Yekane sedem jî Kurdbûna wî bû. Ji ber wê havîna 2017`an bi awayekî hovane êşkence lê kirin. Piştî ku malbatê pereyên fîdyeyê dan, çeteyan Kawa serbest kir.
Piştî ku Kawa vedigere malê, di bihara 2018`an de tev li nav refên QSD`ê li Kobanê dibe. Kawa Bozo tevî bi hezaran hevalên xwe li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî tev li Berxwedana Rûmetê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê dibe ji bo ku axa bakurê Sûriyê biparêze.
Di nava 5 salan de Kawa gelek stran bi şêwaza rapê derxistin. Ji wan ên herî girîng ev in: "Ez ciwanek Kurd im" li ser berxwedana dîrokî ya Efrînê, strana "Ey xweda" li ser Şoreşa Rojava û strana dawîn "Tolhildan" li ser komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê û Girê Spî.
Li ser mijarê Kawa Bozo got, "Gelek bûyerên trajedîk bi serê me de hatin: Êşkencekirin, talankirin û revandin. Diviyabû ez wan çîrokan bi rêya stranên xwe bibêjim. Di stranên xwe de ez li ser tolhildanê ji bo gelê Sûriyê û vegera warên dagirkirî armanca me ye teqez dikim."
ANHA/KOBANÊ