Dewleta Tirk li Cizîrê komkujiyeke mezin pêk anî û li rêyên nixumandina wê digere, çawa ku hevserokê HDP´ê Selaheddin Demirtaş di axaftina xwe ya ji koma meclîsê re diyar kir. Lê Kurdistan serî natewîne, li berxwe dide û serî hildide. Li paytexta dilan Amedê jî doh bi hezaran kesî kom kujî bi çalakiyan şermezar kir û xwedî li berxwedana xwerêveberiyan derket.
Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, bi hezaran kes doh li Amedê daketin kolanan. Lê belê polîsên Tirk bi sîlehan êrîşî xelkê bajêr kir. Di encama êrîşê de, zarokê bi navê Mahmût Bûlak ê 16 salî, ji ber guleya polîs a li serî ketî, jiyana xwe ji dest da.
´Dewleta kujer bicehime ji Kurdistanê´
Bi pêşengiya DBP, HDP, KJA û KCD'ê, ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Dîrayet Taşdemîr, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de bi hezaran kesî ji Parka Koşûyolû dest bi meşê kir.
Girseyê bênavber dirûşmên "Dewleta kujer, ji Kurdistanê bicehime", "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Cizîrê" gotin. Lê belê polîsan êrîşî gel kir.
Xelkê jî li ber xwe da li kolana Emek, semtên Koşûyolû û Ofîsê.
Bi maşînên zirxî êrîşî xelkê dikin
Li Amedê, ku dikandaran derabe daxistine berxwedana gel a li hemberî komkujiyên dewletê heta nûçe dihat amadekirin jî dewam dikir. Li nava kolanên Amedê jî bi dehan maşînên zirxî û wesayîtên Ford Ranger digerin û dixwazin berxwedana gel bişikînin.
Ciwanek şehîd bû
Şerê di navbera xelkê bajêr û hêzên dewleta Tirk ên dagirker de li semta Kûrûçeşme jî dewam kir. Li vir zarokê 16 salî ê bi navê Mahmût Bûlak ji ber guleya polîsan a li serî ketî bi giranî birîndar bû. Bûlak ê rakirin Nexweşxaneya Baglarê ya Taybet, jiyana xwe ji dest da.
AMED
´Her dera Amedê bi barîqatan divê bê girtin´
Însiyatîfa Gel a Amedê jî bi daxuyaniyek da, serhildana gel silav kir û xwest serhildan heta şikandina dewleta Tirk dewam bikin.
Însiyatîfê diyar kir ku gelê Amedê ji duh êvarî ve li ser piyan e, got: “Li Cizîrê, li rûmeta xwe xwedî derdikeve. Em gelê xwe yê berxwedêr ê daketiye meydanan silav dikin. Divê ev serhildan bêdem dewam bike. Heta tehdîda qetlîamê li ser gelê me dewam bike divê em serhildanan nesekinînin.”
Însiyatîfa Gel bi bîr xist ku li Sûrê (doh) "hêzên dijmin ê faşîst, anonsên, ‘an teslîm bibin an jî em ê Sûrê ji hewayê be bomberdûman bikin’ li gelê me yê di nav berxwedana xwerêveberiyê de kir. Hêzên faşîst ên nikarin berxwedana gelê me bişkînin serî li her rêyê didin. Ji ber vê ji bilî mezinkirina berxwedanê ti rêyên me yên tineye."
Înîsiyatîfê îşaret bi rola pêşeng a Amedê kir û weha dewam kir: "Pêwîst e her derê Amedê bi barîqatan bê girtin. Divê li her derê wek agirên sembola berxwedana Kurdistanê bê pêxistin. Em ji mala xwe, hewşa xwe, kolana xwe destpê bikin û parastina bajarê xwe bidomînin. Heta me li ber xwe da em ê azad bibin. Divê her kes di zanebûjna vê de be û tevlî serhildanê bibin. Tenê em dikarin bi vê rêyê ve hesabê qetlîama li Cizîrê bipirsin û pêşiya qetlîamên nû bigirin. Tenê bi berxwedanê em dikarin vê dorpêçê bişkînin. Pêwîst e em di pêşengiya ciwan û jinan de herikîna xwe ya qadan bidomînin."