
Qewet be ji we re gelî xemxur û heskiriyên zimanê Kurdî. Ji niha û pê ve ez ê hewl bidim ji heftê carekê li ser mijarên girêdayî ziman û çandê bi we re bim. Ji çandê zêdetir ez ê berê xwe bi ziman û berhemên wê teng bikim. Ziman û berhemên wê li hemû dinyayê xwedî rûmeteke bilind in. Heta bi wê radeyê ku xelatek ji xaletên nobelê ji bo berhemên ziman hatiye veqetandin. Îca, heger ji bo xelkê ew çendî giring be, ji bo me bêqeder pîroz e.
Min heta niha ti kesê Kurd nedîtiye ku bibêje, axaftina bi zimanê Kurdî li Kurdan neferz e. Ziman ne girîng e. Em bi zimanê serdestan jî dikarin kurdayetiya xwe bijîn û wek Kurd bi nasname, dîrok û çanda xwe serbilind bin. Em biguhdarîkirina stran û çîrokên dagirkeran, bi xwedina berhemên wan ên nivîskî û nivîsandina bi zimanê wan jî dikarin, bibin neteweyek pêbawer û rêzgirtî. Herwisa jî em ruhê xwe yê beyar bi tovepeyvên wan biçînin û berekî gihayî jê biçinin.
Dîsa min nedîtiye ku hinekan rahiştibe kevirekî risasî li hestiyê çîmê xwe yê birçî xistibe û gotibe, jixwe serdestan zimanê me li me qedexe kiriye, hejmarek zêde ji serjimara me bi demê re ji me dizîne û ew êdî nema karin bi zimanê xwe biaxivin. Heta li hinek herêman bişaftin derbasî nifşên sêyemîn bûye. Îca, em ê rabin careke din wan asîmileyî Kurdî bikin ango em ê wan di çerxên otoasîmilasiyoneke din re derbas bikin û bi darê zorê wan li Kurdî vegerînin.
Heger hinek kes hebin û wisa bifikirin jî, divê em bibawerî bi wan bidin zanîn ku Kurdî tevî hemû êrişan jî, zindî ye, berhemdar e û ji bo bipêşketinê gelek destdêr e. Tenê tişta divê ew bikin ew e ku ew zimanê xwe wek stûneke bingehîn a hebûna xwe bibînin û hewl bidin di sohbetên xwe de wî bi kar bînin, rojname û her cure pirtûkên derdikevin bixwînin û belav bikin. Bêguman ev ji bo me hemûyan lê ye.
Divê em ji bîra nekin ku yek ji awayên herî xurt ên kuştina civakên jar ew e ku tu nasname, dîrok û çanda wan li ber çavên nifşên nûhatî bi rêya perwerdê bêqîmet û bênirx bikî. Bikî ku ew ji ber ziman û çanda xwe şerm bikin. Dema hejmara vî nifşî zêde bû; êdî destpêka têkçûna wê civatê dest pê kiriye. Lewma jî tişta ku em divê di destpêkê de bi awayekî cidî li ser rawestin ew e ku em li zarok û ciwanên xwe xwedî derkevin. Li Ewrûpa, li welêt û li hemû deverên em lê dijîn, derfetên jiyaneke bi Kurdî ji bo zarok û ciwanên xwe biafirînin. Di vir de rola malbat û rêxistinên Kurdî bingehîn e.
Ya ji her tiştî giringtir jî ew e ku divê em bizanin ku ziman bi kampanyayên demkî û bikaranîna wê di çend civînan de ji qirrkirinê rizgar nabe. Divê polîtîkayeke hevbeş a siyaseta Kurdî ji bo fermîkirina ziman li hemû beşên Kurdistanê hebe û ev xebat di çarçoveya Yekîtiya Ewrûpa û Yekîtiya Miletan de were birêvebirin.
Wek mînak ji sala 2001´ê ve ye ku bi pêşengiya Konseya Ewrûpayê roja 26´ê Îlonê wek roja zimanî tê pîroz kirin. Çima her sal em bi awayekî birêkûpêk hewldana kuştina zimanê xwe ya ji aliyê serdestan ve nexin rojeva Yekîtiya Ewrûpayê? Hewldana qirrkirina zimanê me, ma nayê wateya hewldana qirrkirina beşeke dewlemend a çanda Ewrûpa û dinyayê jî!