Ziman di jiyana mirovan de, xwerû jî di têkiliyan de organê herî bingehîn e. Ji azmûnên xwe yên bi dehan salan ez dizanim, gelek kes hene, dilê wan gelek paqij e, lê ji ber ku nikanin bi awayekî kêrhatî lêbangî (xîtabî) mirovan bikin, tim îzole ne, tersê vê mirovên dilreş hene, bi zimanê xweş li her derê xwe dikin geş. Lema divê mirov berê her tiştî di têkiliyan de di karlêk û rola ziman bigihîje û li gor wê rastiyê tevbigere.
Bawerî û felsefeya kurdan bi vê rastiya ziman dagirtiye. Çend mînak: di baweriya Zerdeştî de sê stûnên baweriyê hene "Humata" (dîtin û ramanên baş), "Hukşta" (axaftin û peyvên xweş) û "Huvareşta" (kirin û tevgerên baş). Hukşta di wateya ziman, peyv û axaftinê de ye. Bi gotineke kurt û kurmancî ziman di jiyana mirov de stûneke bingehîn e. Dîsa ev meteloka kurdî jî wate, giringî û di têkiliyan de bi rola bingehîn rabûna ziman bi zelalî li ber çavan radixîne.
"Dernakeve ji mal e,
hem ciwan e hem kal e
geh şûr e geh mertal e
hem neyar e, hem heval e
Geh şîrîn e geh tal e
geh rastiye geh xeyal e
Hem çol e hem jî mal e.!"
Ez bawer dikim êdî li ser giringiya ziman şiroveyeke din ne hewce ye. Xwerû jî di demên aloz de, demên şer û aşitiyê de, di hewldanên afirandina bingehên yekîtiya netewî de, di têkiliya bi neteweyên dagirkerên welat re danînê de gelek girîng e. Dikane her tiştî birûxîne, şer gurr bike, gelek dilan biêşîne, nakokiyan kûr bike, yan jî dijê wê dilan nerm bike û rêya lihevkirinan veke. Bêguman ev bi perwerdeya mirov, bi têgihîştina mirov, rewşa heyî di hişmendiyê de baş wezinandina mirov ve girêdayî ye. Dikane her tiştî tarxan û hê xirabtir bike, yan jî ava bike.
Bi taybetî dema kesekî wek wekîlê gel, wek parlamenter, yan jî wek şaredar, wek serokê saziyekê hate hilbijartin, divê kesayetiya xwe, dîtinên xwe yên kesî, têgihîştina xwe ya berê bide aliyekî, yanî xwebûna xwe ji bîr bike, li gor wî xeftanê nûnêriya wî dike, kesayetiya saziyê û kesayetiya gel wer bigire, her gotina xwe bi pîvan, têr û dîplomatîk bi kar bîne. Hem jî di her warî de. Wek mînak; di têkiliyên di nava partî û parçeyên kurdan de, divê kesatiyên erkên nûneriyê wergirtine, ji peyv, têgîn û axaftinên hevpiçûkxistin, nakokiyan kûrkirin, hevtewanbarkirinê dûr, peyvên dîplomatîk û biwêjên dîplomatîk bi kar bînîn. Di tu rewşê de hevtewanbarkirinên reng îdeolojîk sûdekê nade. Li aliyê din ev awa ziman ne erkê parlamenter, şaredar û serokên komale, rêberê pêkhateyan e. Ev tenê erkên hêzên kurdistanî ne.
Me hêvî dikir ku derûdorên navê rewşenbîrî li xwe kirine, bikanin di vê mijara ziman bigihîjîn, ne li gor paşxanên xwe yên îdeolojîk bikanin bi rastî jî bi helwesteke rewşenbîrî, ango bi heman dûrbûnê nêzîkê partî û îdeolojîkirinên rastiyan, pêkhatin û rûdanan binirxînin. Lê mixabin di nava kurdan de pêkhateya herî bi pirsgirêk ev derdorên xwe di nav kategoriya rewşenbîrî de dinirxînin bixwe ne. Carna hevsengiya di navbera partiyên kurdistanî de bi cih bihêle, nirxandinên tenê ji dagirkeran re xizmet dike derdixin pêş.
Xwerû jî parlamenterên kurd divê di vî warî de gelek şiyar bin. Yek êdî ew ne her tişt in ku bikanin li ser her mijareyên îdeolojîk bipeyivin. Dudu ew êdî ne bixwe ne ku li gor cihana xwe biaxivin, ew nûnêr in, divê li gor wî erkî, tenê bi giştî û doplomatîk biaxivin.
Xwerû jî di dema hevpeyvînan de divê tu carî firsend nedin rojnamegerên dagirker, xwe nedin bikaranîn. Ev jî bi zimanê ku mirov bi kar tîne ve girêdayî ye. Hêvî dikim ku HDP di vî warî de parlamenterên xwe perwerde bik3 û nehêle her kes di her warî de biaxive.
Belê ziman! Ziman dikane bikuje jî, bide jiyîn jî! Bi hêviya di vê mijarê were gîhîştin. Bi zimanê xweş her tişt dikane bibe geş, bi zimanê reş her tişt dikane bibe kul û êş.