Komîteya Ziman û Perwerdê ya KCK’ê bi wesîleya cejna zimanê Kurdî daxuyaniyek da û bal kişand ser hebûn û parastina ziman a ji bo civakê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd bi dewlemendiya ziman û çanda xwe hebûna xwe aniye heta roja îro ev xal destnîşan kir: “Qedexebûna zimanê netewekê tê wateya qedexekirina wê netewê. Civaka ku xwe gihandiye ziman, tê wateya ku bûye xwedî gihandina hêza jiyanê. Çendî zimanê xwe yê zikmakî pêşxistibe, ew çend jî tê wateya asta pêşkeftina jiyana wê civakê.”

Saziya Ziman û Perwedê ya KCK’ê diyar kir, ku hem netewa Kurd hem jî zimanê wê bi salan hatiye qedexekirin û got, “lê bi pêngava Tekoşîna Rizgariya gele Kurd re ev stûnên qedexebûnê şkestine û carek din keç, xort, jin û ciwanên ku di hesreta hestên xwe yên dayîkê de jiyan dikirin, şabûn û karîn hestên xwe bi zimanê dayîka xwe şirove bikin. Bi zimanê dayîka xwe xemla xwe ya derûnî çêkirine û didin domandin.”

Bi hewldanên mezin hate parastin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gel tinebûna derfetên perwerdeyê jî, gelê Kurd bi hewldanên mezin zimanê xwe parastiye û hat gotin, “Her çi qas zarok, ciwan, jin û xortên gele Kurd di qesr û sarayan de fêrî zimanê dayîka xwe nebibin jî lê li ber her kevirek, li bin her darekê çiyayên Welatê me, bûn dibistan û akademiyên jiyanê hatin vekirin, di van dibistan û akademiyan de fêrî rêgezên zimanê dayîka xwe bûne. Lênûs û pênûsa xwe ji erdnîgariya dewlemendiya welatê xwe çêkirine û hestên xwe li ser rûpelan dane meyandin. Her çendî hewl dabin ziman, çand û nasnameya gele kurd tine bikin û ji holê rakin, lê dewlemendiya gelê kurd a ku sînorên gerdunê jî derbas dike nikarîn ji holê rakin.”
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya bi navê “Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad” a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin û got, “Bi vê pêngavê re gelê Kurd pêşengtiya avakirina xweseriya demokratik ji hemû gelên Rojhîlata Navîn re dide meşandin. Ev pêngav dibe temamkerê pêngava Rizgariya Demokratik û Jiyana Azad.”
Di daxuyaniyê de cejna zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên li ser çiyan û zindan û tevahiya gelê Kurd hat pîrozkirin.

ANF/BEHDÎNAN




'Şoreş wê bi ziman biser bikeve'


Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojava bi munasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin ku şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi serkeve.
SZK di daxuyaniya xwe de bal kişande ser girîngiya ziman û wiha dom kir: "Weke Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava em Cejna Zimanê Kurdî ya sala 2013’an di serî de li Rêberê Azad Rêber Apo, Şehîdên Şoreşê, li dayikên Şehîd û Şoreşgeran û li tevahî gelê me yê Rojava bi dilekî germ pîroz dikin."

Daxwaziyên ji Rêveberiya Şamê

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) 5 xalên bingehîn ku pêwîste hikûmeta Sûriyeyê di makezagona xwe de esas bigre diyar dike. Li ser van hîman, xalên  ku ji hêla hikûmeta Sûriyeyê ve bi baldarî werin bingehgirtin ev in.
- Em bang li rejîma Sûriyeyê dikin ku rêz ji mafê  gelê Kurd û giştî gelên ku di Sûriyeyê de dijîn re bigere û destên xwe ji  pêş çand û zimanê me vekişîne.
- Divê ku hikûmeta Sûriyeyê dev ji polîtîka perwerdeya nîjadperestî berde û bi hişmendiya demokrasiya gelan  re xwe nû bike.
3. Divê ,perwerdeya zimanê Kurdî di destûra makezagonî de were fermîkirin.
- Divê,  di dibistanên giştî de waneyên zimanê Kurdî werin bicîh kirin û li gor vê wezareta perwerdeyê sererastiyek nû di bernameyên perwerdeyê de û di rêziknameyên xwe de bidin pêkanîn.
- Divê ku ji bo pêkanîna perwerdeya çand û zimanê Kurdî  tu astengiyan ji perwerdeya dibistanên Kurdî re dernexînin.

Banga pîrozbahiyên bicoş

SZK wiha dawî li daxuyaniya xwe tîne: "Ji bo em van mafên xwe yên perwerdeyê bi hêzên serdest bidin pejirandin, li ser van hîmên bingehîn em bang li giştî gelê xwe dikin ku bi tevlîbûneke herî bi hêz ve cejna zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê pêşwazî bikin. Em weke Saziya Zimanê Kurdî bang li jinên azadîxwaz û giştî gelê xwe  dikin ku bi reg û cilên  xwe yê netewî tevlîbûneke herî bi xurt ve, cejna Zimanê Kurdî ya 15’ Gulanê bi şanazî pîroz bikin.’’ 

QAMIŞLO