Xweserî û revêberiyên xweser, bi taybetî piştî bûyerên li Gimgim, Farqîn, Gever û Cizîra Botanê, wek mijareke sereke kete rojevê. Rayedarên dewletê û çapemeniya Tirk mijarê bi krîmînalîzekirinê bîne ziman jî, wer xuya ye ku ji îro şûnde xweserî wê bibe rojeveke sereke ya niqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdî ya li Tirkiyê...

Bi taybetî bi berxwedana Cizîra Botanê ve, xweserî tenê wek parastina xweser bû rojev; lê mesele ne tenê parastina çekdarî ye. 

Xweserî; bi giştî rêxistinîkirina jiyana civakî ya bi vîn û hêza xweser a gel e. 

Xweserî; bi feraseta piştgirî, azadî û wekheviyê ji nû ve rêxistinîkirina jiyana rojane, aborî, kultur, tenduristî, ekolojî û perwerdeyê ye.

Helbet berxwedanên dawî yên li Gimgim, Farqîn, Gever, Sûr û li Cizîra Botanê yên li hember desthilatdariya biyanî ya zordest, pirr watedar in. Parastina bi vî rengî, li hember zordestiyê bertek nîşandana bi dilê tazî ye. Li gel nehiştina zordestan li navçe û bajarên Kurdistanê, divê hiş û feraseta wan a asîmîlasyonî jî ji jiyanê bê derxistin û dûrxistin. Bandora dewletên serdest a ku li ser jiyana Kurdewarî hatiye kirin, ji holê bê rakirin û jiyan ji nû ve bi nirxên resen ên Kurdewarî bê xemilandin. 

Yanî him parastina fîzîkî ya jiyanê û him jî ya derûnî pêwîst e... Parastin, di serî de, rêxistinîkirina jiyanê ye!..

Tê payîn ku ji îro şûnde li Bakurê Kurdistanê dibistanên bi zimanê Kurdî, xizmetê tenduristiyê yê bi Kurdî, xizmetê şaredariyan û têkîliyên aborî yên xweser bi Kurdî wê pêş bikevin. 

Bi taybetî jî rêxistinîkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî xwedî girîngiyeke taybet e. Wekî Prof. Kadrî Yildirim jî aniye zimên; “li Tirkiyê pirsgirêka Kurdî, di serî de pirsgirêka zimanê Kurdî ye!..” 

Wekî tê zanîn dewleta Tirk, li derve propagandaya serbest berdena zimanê Kurdî dike û dibêje; “Kurdî di mekteban de wek dersên bijarte tê dayîn.” Lê dewletê ji bo van dersan tenê 12 mamoste peywirdar kiriye û di pratîkê de ev ders jî nehatin dayîn; ku ev jî niyeta dewletê ya israrkirina asîmîlasyonê radixe ber çavan. Hefteya çûyî Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu digot; “êdî Kurd dikanin bi Kurdî şîna xwe bigirin.” 

Ê ku dewleta Tirk ji Kurdan re rewa dibîne tenê ev heqaret in!.. 

Ji ber vê yekê, rêyek tenê ji Kurdan re dimîne; li hemberî êrîşên dewletê berxwedan û xweparastin û li hember asîmîlekirina nirxên Kurdî, xwedîderketin û pêşxistina wan e!

Kurd encax bi xwe dikanin jiyana xwe biparêzin, zindî û watedar bikin û pêş bixin...

Parlamenterê HDP’ê mamoste Prof. Kadrî Yildirim, hefteya çûyî pêşnûmayek bi Kurdî pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir. Lê bi bahaneya “nehat famkirin”ê, pêşnûme hat redlkirin. Halbûkî di malpera Parlamentoyê de bi 8 zimanan weşan tê kirin; lê di nava wan de Kurdî tune ye!..

Têkoşîna Kurdan a li Bakur her çiqas pêşbikeve û ji hêla feraseta azadiyê ve pirr guhertin û pêşketin pêk bê jî, pêşîgirtina asîmîlasyonê pêk nayê. Zar û zêçên Kurd hê zûtir û hê zêdetir bi Tirkî qise dikin. Gavên ku têne avêtin, li gel pêşketinên siyasî yên derbarê Kurdan de, pirr kêm û bêbandor dimînin. Sala çûyî li çend navçeyan hinek dibistan hatin avakirin û perwerdeya bi zimanê Kurdî hat destpêkirin. Ew gaveke pîroz bû. Lê niha derbarê perwerdeya Kurdî de planê saziyên Kurd çi ne; ne diyar e! 

Li Tirkiyê demsala perwerdeyê ya nû dest pê dike, lê li beramberê vê yekê TZP-Kurdî û Kurdî-Der çi difikire, xwedî kîjan planî ne, em nizanin. Her wiha li diyasporayê, bi taybetî jî li Ewropayê saziyên Kurd ji bo pêşxistina ziman di nava kîjan xebatê de ne; raya giştî qet nizane. Yanî bêdengiyeke ku mirov nikane maneyekê bide, li dar e...

Eger Kurd bi zimanê xwe deng bikin, perwerde, tenduristî, kultur û aboriya navxweyî jî bi Kurdî, bi vîn û hêza xwe bi rêxistinî bikin, dewleta Tirk jî bi hêsanî nikane polîtîkayên komkujiyê bi rê ve bibe û ew ê li hember israr û gavên Kurdan mecbûr bimînin gavan bavêjin. Zimanê me mertalê jiyana me ya xweser a Kurdewarî ye!..