Li Kurdistanê binêrin, li her deverê, jiyana her Kurdî, bi zordariyê, bi awayekî dewletî û qunûnî hatiye saz kirin. Heta desthilatdaran, dest avêtine hundirê malan jî... Wek mînak, em gundekî Kurdistanê hildin dest... Bi radyo, bi televizyon, bi mamoste û bi îmam, bi mekteb, bi perwerde, bi keya û bi her derfetê dewletê û fermîtiya wê, li hundirê malên Kurdan doşeka xwe raxistiye.
Ji cil û berg bigirin, heta rabûn û rûniştina însanan, liv û tevgerên civakê, çîrok û destanên wan, di nava her tiştên civakê de bêhna dewletê melisiye. Ji bo ku rê û rêbaza xwe bide hînkirin, di jiyanê de çi heye dest avêtiyê. Ango heta zimanê civakê, di gundekî de sedan tişt heye ku bandora fermîtî ya desthilatdariyê li ser e.
Ji ber wê jî, taybet ji bo Kurdan, ziman ne tenê ziman e. Ziman di heman demê de her amûrê jiyanê ye. Bêhn girtina însanetiyê û nefes hildan e. Şîr e. Herikandina jiyan bixwe ye. Ziman, rabûn û runiştina însanan jî diyar dike. Lixwekirina cil û bergan jî... Cigare kişandin, heta çîrokbêjiyê... Têkiliya civakê, exlaq, zanetî, pîvan, sekn û nêzikbûna her tiştê, bi zimanê sûd digire û zimanê ve girêdayî ye.
Ziman jî ne tenê zimanê axaftinê ye... Zimanê vegotinê heye. Ew vegotin, ne tenê axaftinê ve dibe, vegotin bi sedan rengî mimkûn e û bi sedan rengî çêdibe. Ji ber wê, xuyîn e ziman... Xuyandina rengê însan, rengê civak, nîşandana çand û folklorê, xuyandina rengê Xwedê ye... Însan bi Xweda yê xwe re, bi zimanê xwe tikilî datîne. Bi ziman digihîje Xwedê xwe.
Li gorî van zexmkirinan, em dikarin bêjin fermîtiya dewletên desthilatdar, li Kurdistan, ji rabûn û rûniştinê bigirin, heta tekiliya însan û Xwedê ya wî/ê mudaxile kiriye. Hê jî li Kurdistanê ev gunehkarî berdewam e.
Li gorî agahiyên giştî ya bi texmînî, li ser dinyayê nêzî 3 hezar û 500 ziman heye û ev zimanana bi axaftina însanan hê jî dijîn. Ji van zimanan nêzî 3 hezar ziman, bi nivîskî jî tên bikaranîn. Birastî gava mijar dibe ziman, li dinyayê gunehê herî mezin, li stuyê desthilatdarên ku li Kurdistanê bi hezaran sal bûne desthilatdar, ji wan e. Di taritiya dîrokê de Tirk, Ecem, Faris û Ereb, li ser zimanên civakekî, bi hovitî hinciqandine. Ev sûc, sûcekî însanetiyê ye. Li ber dirokê, li ber mirovahiyê, li ber civak û li ber neslên ayende, desthilatdarên van dewlet û fermîtiyan, "gunehkarên herî gunehkarin. Ji ber ku ew desthilatdaran, ne tenê ji bo qedexekirin û hêjarhîştina zimanê Kurdî, di heman demê de qelskirina jiyanê erdnîgariya Kurdan jî sucdar û gunehkarin.
Bi qedexekirin, an jî bi qelshîştina zimanê Kurdî, huner jî xeniqandine, hêst, hêstên wêjeyî, hêstên hunerî, hêstên vegotinê ya bi her awayî xeniqandine û pûç kirine. Ew sûc û guhenekî mirovî ye.
21´ê Sibatê Roja zimanên dinyayê bû. Ev roj ji her netew û her însanên ku li ser vê dinyayê dijîn û bêhna xwe hildidin re pîroz be...
Ziman ne tenê ziman e
Civak û fermîtî, ev du mefhûm, sedî sed ji kokê re dijberî hev in. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin li ku fermîtî heye, li wê derê ji bo xeniqandina xwezahî ya civakê jî teqez hewldanek heye. Ji ber ku pîvanên civakî, hebûna xwe, bi awayekî xwezayî ava dike, ne bi fermîtî...