Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi boneya roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî li Peymangeha Viyan Amara ya li taxa El-Beşîriyê ya bajarê Qamişlo hat dayîn û bi dehan endamên rêveber ên Yekîtiya Mamosteyan, Yekîtiya Xwendekaran û Saziya Zimanê Kurdî amadebûn.

Daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Mamosteyan ve bi  Kurdî û Erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman bingeha  jiyan û fikrê mirovahiyê ye û wiha hat gotin: “Her wiha ruhê komên ku hest û taybetmendiya hebûna xwe diparêzin e. Tu gel nikare jiyan bike yan pêşve biçe ger zimanê dayika xwe di jiyana xwe ya rojane de bikar neyîne. Her zimanek hebûn û zagontiya xwe ji gelê xwe digire. Dema gel sist û lawaz bin, mixabin wê zimanê wan jî sist û lawaz bin. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye divê em her malekê veguhezînin dibistaneke hinkirina zimanê dayikê”. 


 QAMIŞLO