Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, di koma BDP’ê ya meclisê de bi berdilkên xwe yên çalakiyê derket kursiyê. Kişanak, bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî bi erebî, Kurdî û Tirkî dest bi axaftinê kir û got „Ziman rûmet e“. Kişanak, anî ziman ku Rêberê PKK’ê ji bo çareseriyê hemû rêbaz şopand, lê hikûmeta AKP’ê bersîv neda.
 Kişanak, anî ziman ku ziman rûmet e û divê her kes bi zimanê xwe biaxivin û perwerdehiyê bibînin. Kişanak, da zanîn ku hemû civakên li Tirkiyeyê xweş bi Tirkî diaxivin, lê divê her kes karibe bi zimanê biaxive, perwerde bibe. Kişanak, da zanîn ku li Tirkiyeyê hemû zimanên din hatine qedexekirin û ber bi windabûnê ve diçin û wiha got: „Li Tirkiyeyê li zer zimanê zikmakî îşkence tê kirin. Zimanê zikmakî tê qedexekirin û bi vê qedexekirinê li dijî rûmeta mirov îşkence tê kirin. Divê êdî ev îşkenceya li dijî ziman û rûmeta mirov bi dawî bibe. Di salên 1924’an de polîtîkayên „Pir biaxive bi Tirkî biaxive.“ hatin meşanin. Di serdema 12’ê Îlonê de Kurdî li welatiyan hate qedexekirin. Êdî astengiyên qanûnî yên li pêş axaftin, perwerdehî xizmeta civakî tenduristî û aborî bên rakirin. Divê Tirkiye xwe ji vê şerma rizgar bike û astengiyên li pêş zimanê zikmakî rake li vî welatî hemû welatî ji bo zimanê zikmakî têbikoşin.“

Grêvên birçîbûnê

Kişanak, da zanîn ku parlamenterên BDP’ê û Eniyê 2 rojin di greva birçîbûnê dene û wiha got: „Me bi daxuyaniyekê sedema wê ji raya giştî re parve kir. Ger ku hêj wateyê nedin vê greva me û ji xwe pirsa „Çima ev parlamenter di grevê neden û bersîva rast nedin wê demê dê nîkaribin pirsgirêkê çareser bikin. Niha bi hezaran giryên siyasî hene. Li Îmraliyê polîtîkaya rehîneyê têmeşandin. Polîtîkayên bêçareseriyê tên meşandin parlamenterên bi vîna gel hatin hilbijartin niha girtîne. We vîna gel girt û dixwazin di girtîgehan û Îmraliyê de dîl bigirin. Ji bo em li dijî vê yekê derdikevin û ji bo em van polîtîkayan biguherin em ketin girevê.”
Kişanak, destnîşan kir ku parlamenterên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz jî di nav de nêzî 100 siyasetmedar hefteyek e ji bo çareseriyê di greva bêdem dene û wiha dirêjî da axafina xwe: “Ji bo çareseriyê bedena xwe dan ber mirinê. Ji bilî van 100 hevalên me kom bi kom li girtîgehên din di greva dorveger dene. Parlamentera Şirnexê Selma Irmak têkildarî çalakiyê name ji wan re şand û got ‘Ji bo astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê zikmakî bên rakirin, ji bo diyalog û muzakere bi Ocalan re dest bê bike, ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û azad tev bigere me dest bi girevê kirine.’  Ji bo we jî piştgiriyê bidin çalakiya parlamener û girtiyan ji bo 2 rojan dest bi grevê kirine.

‘Çareserî pir hêsan e’

 Kişanak, bal kişand ser hewldanên Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan û wiha pêde çû: „Brêz Ocalan her tim ji bo çareseriya demokratîk ket nava hewldanan. Lê ev hewlanên wî li ber çavan nehat girtin. Em dîsa bang dikin û diwazin dest ji polîtîkayên înkar, îmha, kuştin, qedexe, pişaftin û peçekirinê berdin. Çareserî pir hêsan e. Ger ku hûn tecrîdê bi dawî bikin. Ger ku hûn diyalog û muzakereyan dest pe bikin. Ger ku hûn polîtîkayên înkar, îmha, bişaftin, qedexe, girtin, binçavkirin û cezayan bi dawî bikin wê demê dê bi bi hêsani pirsgirak çareser bibe. Ger ku hûn nasname, statu qebûl bikin. Ger ku hûn goren komî vekin. Ger ku hûn kujeran darizînin û bûyerên tarî ronî bikin. Ger ku hûn operasyonên siyasî û leşkerî rawestînin wê demê dê pirsgirek çareser bibe. Lê heta niha henû derfetên çareseriyê nehatin nirxandin. Hewldanên aştî û agirbestê li ber çavan nehatin girtin. Diyalog û muzakere nehat nirxandin. Ger ku îro li girtîgehan 6 hezar Kurd girti bin ev encama polîtîkayên AKP’ê ne. AKP bi vê yekê xwîn winda kir. Divê êdî hikûmeta AKP’ê dest ji van polîtîkayan berde û pêvajoyek nû bide destpêkirin.”

‘Ev çawa demokrasî ye’

Kişanak, da zanîn ku her tişt di bin kontrola Erdogan de ye û ger ku bixwaze dikare dîsa diyalgog û muzakereyan dest pê bike. Kişanak, xwest Erdogan mîsyon û peyvira xwe ya çareseriyê bi cih bîne. Kişanak, anî ziman ku ji ber ne parlamenterên AKP’ê ne niha 8 parlamenter girtî ne û wiha pêde çû: „Di nava 3 salan de bi tevahî 31 şaredarên me hatin girtin. 7 cîgirên şaredaran hatin girtin. 140 endamên meclisa şaredariyan hatin girtin. Li Qoserê hemû endamên meclisa şaredariya yên partiya me girtîne. Ev çawa demokrasî ye. Ew tiştekî zêde naxwazin û tenê mafê xwe yên gerdûnî dixwazin.  Gelê Kurd jî wekî welatên din û neteweyên din mafê ziman, çand, nasname û statuyê dixwazin.“

‘Çima Roboskî nayê ronî kirin?’
Kişanak, di dawiya axaftina xwe de helwesta hikûmetê ya li hemberî komkujiya Roboskiyê jî rexne kir û wiha got: „2 meh di ser komkujiya li Roboskeyê re derbas bû, lê hêj berpirsiyar nehatin dîtin. Ligel şahîd, delilan û her tişt aşkere pêk bûn, hêj bûyer û komkujî nehat ronîkirin. Pir aşkere ye ku bi zanebûn ser bûyerê vedişêrin.“

DÎHA/ENQERE