Hans-Peter Schütt di xebata xwe ya bi navê "Die Vernunft der Tiere (Hişmendiya ajalan)" de ji Platon bigire hetanê Arthur Schopenhauer dîtinên pirraniya fîlozof û navdaran yên li ser cudahiya di navbera ajal û mirovan de civandine. Hemû jî diyardeya ziman wek cudahiyeke herî bingehîn dinirxînin. Mirov ji kesên ji rêzê jî bipirse, heman bersivê digire. Bi gotineke kurt, dema zimanê mirovekî jê hat standin, ew jî dikeve derkeye ajalan.

Peter Porzig jî di xebata xwe ya bi navê "Das Wunder der Sprache (Mucîza Ziman)" de têkiliya civakbûn, netewebûn û ziman bi her aliyî vedike û şirove dike. Dîsa Gerd-Klaus Kaltenbrunner jî di xebata xwe ya bi nave "Sprache und Herrschaft (Ziman û Serwerî)" de têkiliya serdest, û bindestan, kolonî û dagirkeriyê bi her aliyî xwerû jî bi aliyê ziman vedike, girîngiya ziman ya serdestbûn û serweriya xwe serdestkirinê li ber çavan radixîne. Li gel wan, Berhema Matthias Hartig /Ursula Kurz ya bi navê "Sprache als soziale Kontrole (Ziman ji bo kontrola civakî)" ji girîngiya di her warî de rast bikaranîn, têgihîştina ziman dinirxinin.

Mirov li kêjan nirxandina zanyaran dinêre, ji kîjan aliyê ve li ziman dinêre, binêre, dibîne ku ziman ne tenê bingehê kemar, gel û neteweyan e, her wisa mirovbûn bi xwe ye jî. Di cûdakirina mirovbûn û ajalbûnê de hemana herî bingehin, ziman e. Dema mirovekî dev ji vê rastiya xwe berda, dibe wek ajal, wek robotan, kes û derdorên keysperest û serdest jî vê wek firsenda bikêrhatî dibîne û mirovên wiha li gorî xwe dizivirîne, reng û teşe didiyê.

Gava em di ronahiya van rastiyan de li polîtîka dagirkerên Tirk ya bişaftinê û yên din dinêrin, bi zelalî dibînin ku bi hemû sazî, qaşo zanyar, dîn, mirov û derdorên ajan ve ketine nava keft û lefteke bêpîvan, daku bikanin bi giştî alavên di destê xwe de, netewe û zimanê me tine, wek ne zimanekî şarestanî, bê nivîs û rîçal, bê çand, bi awayê tevliheviya zimanan di mêjiyên me de bidin rûniştin, li pey jî di nava neteweya xwe de bihelînin. Yanê polîtîka ev e; berê bê kesayetî, bê nasname kirin û li pey jî kirasê xwe yê qirêj û nijadperestî li me kirin.

Di pêvajoyeke wiha xiniz û bêbext de hin xwenda û zanyarên me yên di nava têgîhîştina hestên neteweyî de bûn, ketin nava hewldanên bê westan. Mînak gorbihuşt Ehmed Sureyya Bedirxan ji bo derxistina du rojnameyên bi Kurdî di payîza 1910´an de serî li rayederên dewleta Osmanî ya li Stenbolê xistiye. Lê ew serîlêdan bê bersiv hatiye hîştin. Dîsa rewşenbîrên Kurd li Qehîrê bi tipên Erebî rojnameya "Kurdistan“ê derdixin.

Mîr Celadet Bedirxan jî piştî ji Ewrûpayê vedigere, li Şamê bi cih dibe û di 15´ê Gulana 1932´yan de kovara HAWARê derdixe. Di vê kovarê de rewşenbîrên wek Celadet Bedîrxan, Rewşan Bedirxan, Dr. Kamûran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mustafa E. Botî, Kadri Cemîl Paşa, Dr. Nureddîn Zaza (Yusuf), Ehmed Namî, Hasan Hişyar, Reşîdê Kurd, Goran, Tewfîq Wehbî, Abdullah Esîrî, Şakir Fettah tê de li ser mijarên cuda yên hestê neteweyî xurt dikin, dinivisînin. Bi her awayî hewl didin û derbazê nava sînorê Tirkiyeyê jî dikin. Ji hêjmara 24´an û pê ve, ango 33 hêjmaran bi tîpên latînî, dinivîsînin.

KNK jî bi vê têgîhîştin û berpirsiyariya neteweyî di civîna xwe ya 2006´an de biryara rojên 14-16´ê meha Gulanê de wek rojên Cejna Zimanê Kurdî girt. Ev biryar bi aliyê her Kurdî ve bê pirsiyarî hate pejirandin. Li peya komkujiyên wek Helepce cara yekem bi vê biryarê têgîhîştineke neteweyî derket pêş. Her kesî bi yek dengî ev biryar pejirand û wek Cejna Zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê rûnişt. Vê biryar û xwedî li ziman derketinê, rêbazeke bi hestên neteweyî û yekitiyê jî reşand ser giyanê Kurdistaniyan.

Divê em vê ji bîr nekin; zimanekî di pêvajoya hezaran salan de pêk tê, di dema pêkhatinê de hemû karekter û têgihîştinên neteweyî di nava xwe de dicivîne, yanê ziman rengê xwe ji karektera neteweyê digire. Her wisa şopên şaristaniya xwe, jiyana civaka xwe ya kevnar jî di naveroka xwe de dihewîne. Mînak, dema Tirk dibêjin: “Tirî bixwe, li rezê wê nepirse!” Em dizanin di dîroka wan de dizî û talan bingeh e. Her wisa; “şêr şêr e, çi jin çi mêr e!” dema em vê gotina bav û kalên Kurdan dibîhîsin, em dizanin ku di dîroka Kurdan de cihê jinê taybet e. Mirov dikane bi dehan mînakên wiha bide.

Wek encam:

1 - Her ziman, bi serê xwe nirxandin û nêrîneke cihanî ye. Dema mirov bi Elmanî li rûdanan binêre, bi çav û dîtinên Elmanan, bi Tirkî be bi çav û têgihîştinên Tirkan, dema bi Kurdî binêre bi çav û dîtinên Kurdan li cihanê dinêre. Her wisa, kesê zimanê dê û bavê xwe bi zarokê xwe nede fêrkirin, zimanê dê û bavê Tirk, Ereb û Farisan bi wan bide fêrkirin, wateya wê ew e ku ew ji dê û bavê xwe şerm dike.

2 – Siberoja gelekî zarokê wî gelî ne. Divê her dê û bav vê rastiyê bizane û bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxive, ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî bi her awayî bikeve nava hewldanan, vê wek hebûna xwe, mirovbûna xwe di giyana xwe de bide rûniştin. Bi têgihîştina vê rastiyê, Cejna zimanê Kurdî li gelê me pîroz be!