KURD-DER, di sala 2004'an de li Enqereyê hat avakirin. KURD-DER, bi zaravayên Kurmancî, Dimilî û Soranî kursên ziman vekirin û heta niha perwerdehiyên Kurdî dide. Gelek mamosteyên zimanê Kurdî perwerde kirin. KURD-DER'ê herî dawî di 6'ê Mijdara 2012'an de bi piştgiriya "Ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan Amûra Ewropayê (DİHAA)" bi navê "Li Tirkiyeyê mafê Çand û Demokrasiyê" proje amade kir. KURD-DER'ê di meha çile de dest bi projeyê kir û niha xwendekaran perwerde dike. Perwerdehiya Kurdî dide. Serokê KURD-DER'a Enqereyê Mustafa Karaman, der barê xebatên xwe de agahî dan.

Karaman, diyar kir ku KURD-DER ji roja hatiye avakirin heta niha li gorî rêziknameya xwe xizmeta zimanê Kurdî û çanda Kurdî dide. Karaman, da zanîn ku wan bêtir giranî da ser xebatên lêkolîna çand û zimanê Kurdî û li ser zimanê Kurdî perwerde dan. Karaman, da zanîn ku ziman ji bo mirov bi qasî nan û avê girîng e û hîmê mirovahiyê yê bingehîn e û wiha got: "Ger ku mafê mirovan ê zimanê zikmakî bê astengkirin hemû mafê wî tên astengkirin. Tunekirina zimaneki tunekirina wî mirovî ye. Ziman ne tenê amûra axaftinê ye. Di heman demê de hunera hilberîn û parastina dîrok û çandê ye. Karahan, bibirxist ku heta zimanek azad nebe mirov nikare li wî welatî behsa azadiya wî welatî bike û wiha got: "Li Tirkiyeyê rol û rista tevgera azadiya Kurd li ser azadiya ziman gelek e. Di zagonên Tirkiyeyê de yek ziman û yek netew heye. Ev ji bo demokrasî û azadiya rengan talûkeya herî mezin e. Li gorî lekolîna UNESCO li cîhanê di nava 200 dewletan de 6 hezar ziman hene. Nêzî 2 hezar 500 ziman li ber tune bûne ne. Îro li Tirkiyeyê gelek ziman qedexe ne. Ji bilî Tirkî zimanê din ne fermî ne û rastî qedexeyan tên. Li ser Kurdî jî gelek zext û qedexe hene."

'Perwerdehî kêm e'

Karaman, da zanîn ku di salên dawî de astengiyên li pêş ziman kêm bûne û perwerdehiya zimanê Kurdî ji aliyê sazî û komeleyan ve hatiye destpêkirin. Karaman, li ser rewşa zanîngehan jî rawestiya û got perwerdehiya bijarte ya hefteyê 2 saetan pir kêm e û têr nake. Karaman, têkildarî pojeya xwe ya nû jî agahî dan û wiha got: "Em dê bi vê projeyê mamosteyan perwerde bikin. Me serî li Delegasyona Tirkiye ya YE'ê da. Em bi vê projeyê armanc dikin ku 20 mamosteyên zimanê Kurdî perwerde bikin. Gava ewil di 31'ê Çileya 2013'an de dest pê kir. Dê 18 mehan berdewam bike. Di Enqereyê 4 rojan perwerdehiya Kurdî hat dayîn. Dê il Wan, Qoser û Amedê piyên wê bên avakirin. 14 kes ji Enqereyê û 6 kesên din jî dê ji Amed, Wan û Qoserê bên. Kesên perwerdehiya formasyonê bibînin dê karibin bibin mamoste. Em ji bo perwerdehiya Kurdî pêş bixin em dê atolyeyên kursên Kurdî zêde bikin. Li gorî pêdiviya Tirkiyeyê em dê mamosteyên Kurdî pêş bixin. Di bin baneyê KURD-DER'a Enqereyê de xebatên ziman bimeşînin. Li ser ziman, wêje û çanda Kurdan dê xebatên me berdewam bikin. Dîsa li ser ziman wê sempozyum bên lidarxistin. Dîsa dê li ser ziman û zaravayên ziman jî lêkolîn û xebatên me berdewam bikin. Dê di navbera 15-20'ê Sibatê de li avahiya komeley3e xebatên zimanê Kurdî bên dayîn. heta niha 250 kesan serî li me dane. Perwerde ji aliyê 12 hîndekaran ve tê dayîn." 

DÎHA/ENQERE