Nûnerên MAPER, mamoste û nûnerên KURDÎ-DER'ê, nûnerên Egitim-Sen û gelek aktivîstên ziman beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de nûnerên saziyan berdilkên ku li ser "Ziman Rûmet e", "Ziman jiyan e", li xwe kirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Zimanê Me Rûmeta Me ye", "Bê Ziman Jiyan Nabe" hatin berzkirin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Sebahattin Gultekîn axaftinek kurt kir û piştre belavokên navên kurdî yên fêkiyan hatin belavkirin.

Em perwerdehî dixwazin

Di dixûyaniyê de Gultekîn li ser polîtikayên asîmîlasyonê sekinî û wiha got: "Ji avakirina Komara Tirkiyê heya niha zimanê kurdî û zimanên din hatine qedexekirin. Her tim polîtîkayên yekperest meşand û hin jî dimeşîne. Gelê kurd li hember van polîtîkayan têkoşînek mezin da û hin jî dide." Gultekîn anî ziman ku îro dewlet hebûna kurdan qebûl dike, lê zimanê wan nas nake û wiha dawî li axafina xwe anî: "Ziman ji bo me xeta sor e, em dev jî vê xeta xwe ya sor bernadin. Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin."  Piştî axaftina Gultekîn, nûnerên saziyan belovok belav kirin. 

DÎHA/AMED