Başûrê Efrîkayê xwe amade dike ku zimanê nîşanan wekî 12. zimanê fermî qebûl bike. Li hemberî wê, Tirkiyeya ku qederê 25 milyon Kurdî lêhene, tabelayên bi Kurdî dide jêkirin, kesên bi Kurdî dipeyivîn jî diavêje zindanan.
Li Komara Başûrê Efrîkayê, ji bo ku zimanê nîşanan ku kerr bi kar tînin bibe zimanê fermî pêşniyaz hat kirin.
Komar ji bo welatîbûna wekhev amadekariyan dike ku gaveke din biavêje. Komîteya di ber çavan re derbaskirina destûra bingehîn, pêşniyaz kir ku zimanî nîşanan ê ku kerr bi kar tînin bibe zimanê 12. ê fermî li welêt.Desteya Ziman a Pan Başûrê Efrîka (PanSALB) ve weke “gaveke erênî” hat nirxandin.
Berdevkê PanSALB´ê Sibusiso Nkosi, got, sererastkirinên di xalên destûra binghîn de wê erênî be, û ev wekî gaveke derengmayî nirxand. Wî her wiha bi bîr xist ku ji bo guhertina destûrê jî divê formaliteyên pêwîst li parlemanê bên kirin. Ji rêveberên PanSALB´ê Dr. Rakwena Monareng jî bang li hikûmetê kir da ku guhertina peywendîdar bike û got, zimanê nîşanan “mafekî mirovî yê sereke ye ku divê miameleyeke wekhev pê re bê kirin.”
Dîrektorê Navenda Mafên Destûrî Phephelaphi Dube jî got, divê li tevahiya saziyên dewletê, li dibistan, nexweşxaneyan personelê bi zimanê nîşanan dizane, hebe. Wî her wiha xwest ku sektora arizî jî xwe ji vê re amade bike.
Li Başûrê Efrîkayê 11 zimanên herêmî yên pirr tên bikaranîn li ser pêşniyaza van koman bûn zimanên fermî yên dewletê. Dewlet jî, sektyora arizî jî i gorî vê xizmetê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN