Êdî pêvajo, wekî erdhêjek dihêje û li ser tiştên beranberê xwe bandoreke mezin datîne. Pêvajoyê ku niha em di nav de ne, wekî ba û bahozeke kelî dikelkel e. Ji ber vê jî heke em baş lê binêrin, emê bikaribin bibînin ku di dawiya her rojê de, gelek tişt, mezin an biçûk, rastî guherînek hatine. Lewre di bin bandora vê pêvajoya hejhejî de însan, pergal û mêjî, diguherin...
Roj bi roj ziman tê guherandin, axaftin, şêwaz, nêrîn diguherin, ber vê tekilî ya însan û civatan, hevpeyvîna wan, gotin û vegotina wan, naveroka muxetabiyeta wan tên guherandin û xwe ji nû ve heyî dikin. Ji van guherandinan ên herî balkeş jî guherîna zimana ragihandinê ye. Li gel pêşveçûyina amûrên ragihandinê, yanî em dikarin bêjin zêdetir jî înternet, medyaya civatî, ji wan bi taybetî jî facebook, twitter û hwd, mêjî û planên rayedaran tevlihev dikin, ji ber vê jî stratejiyên fermî ya dewletan serobino dibin.
Wek mînak bi sedema binçavkirina wekîla CHP ya Dêrsim'e Huseyîn Aygun, em dikarin li ser vê mijarê hinekî kûr bibin. Bi rastî jî ev çend rojê, sazî û medyayên gelek welatan li ser bûyera mêvandariya Huseyin Aygun ya PKK'yê radiwestin. Bi vê mijarê ve girêdayî, li ser PKK, li ser metod û asta şerê gerila, li ser pirskirêka Kurd, her wiha di hemû qadan de gelek hûrnêrînên cidî tên ziman. Lê van hûrnêrînên cidî, digel nîqaşên ciwanên ku li ser înternetê tên kirin ne serkeftî bûn. Zimanên ciwanan bi rastî jî siyasetmedar û saziyên navnetewî jî peya hîştin.
Lewma ezê jî îro ne bi van analîzan cidî, lê bi taybetî biçim ser înternetê, ser medyaya civatî û li van derena çi nêrîn, henek û niqaşên siyasî ya keç û xortên ciwan diqewimin, hinekî bala xwe bidim ser van nîqaşên sosret û balkêş. Ên ku tevî van nîqaşan dibin, ne bi awayekî wekhev in. Kurd hene Tirk hene, welatparêz û nijarperest hene, ên ku li Awropa dijîn hene, hemûya wan li ser înternetê tev niqaş û tekoşîneke dijwar ya ragihandinê bûne. Tevlihevî ya înternetê tenê li wê derê namîne; li heman demê ser siyaset a rojane, ya Enqere û Amedê jî bandoreke mezîn dike.
Enqere serobino bû lê ciwan heneka xwe lê kirin. Ji ber ku dem diguhere û ciwan hê benda vê demê hildidin destê xwe. Wek mînakek: Gava ku PKK wekîlê Dêrsim Aygun hilda bir, Enqere hê jî wek neyanek nêz bû û fenanî talukeyeke mezin heye nirxand. Lê haya ciwanan jê hebû û bi henek nêy bûn. Li ser înternetê gelek pêkenok pêyda kirin û afirandin. Hin ji wan wek sinaryo nivîsandin; "Malbat, Komelaya Mafên Mirovan û parêzerên Aygun serlêdan ji PKK're kiriye ku 'em Aygun bibînin', lê PKK wek 'Kostera Qendîlê xira bûye' bersivandiye. Hinek ciwan jî li ser van nuçeyên henek şîrove kirine û nivîsandine ku: "Ew ya PKK'yê ne 'Koster' e, rastiya wê 'Hestir' e.
Hin ciwan jî ji bo çalakiya PKK'ê, wê sedema navûdeng bûyina Huseyin Aygun bibe nirxandine û ji bo Kemal Burkay jî "vaye çend roje li ser rêya Dersim'ê bi hêviya binçavkirina PKK'ê digere" gotine. Êdî ser van gotinan bi heyaran şîrove... Her şîrove tên nivîsandin, înternek pê hunerên afirandî ve têr û tijî dibin.
Malxiraban, carek mijarek vedikin jî, nahêlin zû bi zû were girêdayîn, êdî ew mijar bêçare nikare biçe encamê û bi dawî nabe. Mijar ser mijaran tê... Henek û pêkenokên afirandî pêy hev banz didin... Li ser Îdrîs Naîm Şahîn, Kamer Genç, Recep Erdogan, Huseyîn Çelîk, li ser berdevkên CHP'ê û li ser nijarperestiyên MHP'ê, buyerên Surî û bi vê mijarêve giredayî dek û dolabên hikumat a AKP'ê, li ser caştiya hin Kurdan, li ser sosretiya Kurdên ku der dorên AKP'ê cih digirin re...
Roj û saetên ku endamên PPK'ê Huseyîn Aygun birçûn vir ve, îro çend roje henek, pêkenok, karikatur û şîrovekirinên qerfokî min bihîst û xwend, ez dikarim bêjim hemî siviktî ya siyaseta fermî, hemû reştî, işktî û nezaniya siyasetmedarên serdest, ew ciwan, ew ku xwedî bi zimanên afirîner û hunerî ne ew, van durûtî û rûreştiyan derxintin holê, sosretiya wan nîşan dan û rezîl kirin. Ev çend roj nîşanî me da ku, zimanê ciwanên jîrek, zimanê rexneyî ya herî tûj û herî bi bandor e.
Keçino, xortino, jîrek û zanyarno, hûn her hebin û zimanê xwe ya rexneyî tu car bernedin!.. Ji ber ku şerê azadiyê û berxwedani ya li himber zordestiyê tenê bi çekan, tenê bi zanistiyê, tenê bi siyaseta cidî û tûj nabe. Tevî berxwedayinê, hewcetî û pêdiviya şoreşê rexnekeriya pêkenokî û bi hişdariya civata xwe jî heye... Zêde zêde heye...