Demekê di zimanê wan de peyvên "kart û kurt“ derketibûn pêş, dibe ev ji wê vira wan ya asenayê jî hatibe, wê jî gotibû kart û kurt, ew ji Ergenekona viran derxistibû. Di wê pêvajoyê de hevoka; "Ez kurd im!“ dikanîbû rêya sêdarê jî vekira. Dema diketin tengasiyê jî bi awayekî bê fedî "eşîrên tirk yên nav kurmanc û zaza“ digotin. Ji bo zimanê gelê me jî rengdêrên herî xirab wek; zimanê şikeftan, axaftinên nayên fêmkirin, bikardianîn.
Navên li gor wêjeya wan a afrîndek ên herî xirab wek "eşqiya, çar sutal“ li gernas û selhildêrên gelê me dikirin. Bi xwe di hemêza îngîlz û amêrîkan de ye (Cevdet Sunay gotibû; "heta derpê me jî ji Amêrîqayê tê!“) wan em kirin ajanê îngîlîz, yan jî peykê istîxbarata xwe. Ji bo komkujiyên ne mirovî jî digotin; "me ew wekî mişkan di şikeftan de bi jehrê kuştin.“ Yan jî "Me çiya ji eşqiyayan paqij kir!“
Lîteratûra wan ya biçûkxistana gelan, veşartina komkujiyan û gurrkirina şovenîzma di nava gelên tirk-kirî de jî xwerû ye, ew navên; bawerî, kom û gelan bi awayê çêr û dijûnan bikartînîn, wek "Lan durzî, ermenî, kurd, rûm dölü û wd!“
Dema li Kurdistanê şer bilind bû partî û hêz bi rêket jî, ne tenê ji yasayên xwe, ji elifbaya xwe re jî îxanet kirin, di cihê "PeKeKe“ da "PeKaKa“ gotin û ev wek pîvanekê danîn pêş her kesî. Yên ku navê "PeKeKe“ li gor elîfbaya wan rast bikarbianiya jî, wek dijmin, yan jî nandarê teroristan dihesibandin. Navê serhildana gel jî "teror“ danîn.
Bi salan di Newrozan de em qetilkirin, hindik mabû ku tîpa "N“ jî qedexe bikin, lê gava dîtin ku nikanin pêşî lê bigirin, Newroza me kirin "Nevruz“ û xwestin wê jî ji me bidizin û li qalibên xwe yên bêteşe bînin. Niha jî peyva kurdî "tirs“ dizîne, dibêjin; "tirstim!“
Ev lîteratûra bê edebiyê di roja me de jî bi dek û dolabên sentêza tirk-îslam dimeşe. Serkêşê AKP'ê û dewletê çi got: "Kêşeya kurd tune, tenê pirsgirêka birayê min ê kurd heye!“ Ango derdê çend birayên wî yên di bin navên "kürt aydini“ û wek M. Metîner xurifî hene, ranta wan kêm e, divê hinek balifê din bike ber wan.
Peyvên "Roboskî, kujêrî“ wek azraîl ew tirsandiye, xewnên wî yên şevan revandiye, lema ferman da ku di cihê wê de, "meseleya Uludereyê“ were bikaranîn. Berê çapemeniya wî "kürt aydinê“ wî yê li keviya cemsarê hatibû cemidandin, ji bo bikaranînê anîn û li Enqerê danîn, niv saet dû re ev fermana nandarê xwe pêkanî; wî got "kirîza Uludere!“ Ji xwe ew jî ji Roboskiyê ditirse!
Niha jî bê "kürt aydini“ û çend duvikçiyên xwe, "kurdên sivîl“ nehîşt. Bi zarok û zêçan ve tev de xiste kategoriya terorîstî û wek pêximberê xwe yê nav Fetullahê sabatîst fetwaya kuştina hemû kurdan da ku zebaniyên wan ên di bin navên polîsan de hatine organîzekirin komkujiyan pêkbînin.
Ev çepelên sentêza tirk îslam, ji roja ku îslam nasîne hetanê vê roja me, bingehê xwe li ser zexeliyan danîne, Lema jî biwêja bi nav û deng "lîstikên osmaniyan naqedin“ deng daye. Mirov serê wan lêxe, destên wan sextekarî dike, destên wan jêke jî, lingê wan dolabên xapandinê diçerixînin! Mirov wan bi sêdarê ve bidaliqîne, bedena wan bi bêhna pîs bêbextiyan direşîne hawîrdor! Lema hetanê ku ev qirêja mirovahiyê li ser kar be, wê dek û dolabên wan ên pêşî li çareserkirina pirsgirêkan digire, hîç neqede. Wê her polêsê baş ê wek Arinc û polêsê xwînxwarên wek Naim Şahîn derxin pêş.
Têbinî: Ez di kesayetiya xwenêrên ozgurpolitîkayê de sersala hemû kurdistaniyan pîroz dikim, hêviya min ew e ku sala 2013'han bibe sala serkeftinê.
Zimanê dagirkeran jî zexel e
Gotinekê pêşiyan heye: "Ziman bê hestî ye!“ mirov bi kîjan aliyê ve biçerixîne, ew diçerixe. Ez bawer dikim, di zimanê dagirkeran de ne tenê hestî tîpên peyva îmanê jî tune, lema bûye maşîneyeke xweger ya vir, îftira, çêr, heqaret, dek û dolaban. Ji huner û hêza xwe ya organîk zêdetir dilive, vê livandinê jî termînolojiyeke gelek xirab kiriye zimanê tirkî û pêre mejiyê bi bîrdoza devşîrmetiyê lewitiye jî, tevlihev kiriye.