Endama Desteya Rêveber a Komeleya Nivîskarên Kurd, helbestvan Roza Metîna îşaret bi girîngiya nivîsandin û xwendina bi zimanê dayikê kir û got, “Celadet Elî Bedirxan li ser ziman dibêje ‘Zimanê min ê dayikê yê min e, yê mirovên din jî kincekî li min e’. Ji ber vê yekê weke nivîskarên Kurd em bang li her kesî dikin ku xwedî li parçeyekî ji hebûna xwe derkeve.”
Her wiha Metîna li ser xebatên Komeleya Nivîskarên Kurd agahî da û wiha axivî “Komeleya Nivîskarên Kurd di 4’ê Adara 2004’an de, li dijî polîtîkayên zext û zordariyê ya li ser ziman, ji bo bipêşvebirina wêje û zimanê Kurdan û Kurdî hat avakirin.”
Li sê cihan şaxê wan hene
Metîna da xuyakirin, ku ji sala 2004’an û vir ve bi panel, festîval, şevên helbestan û komên xwendinê, ew hewl didin nivîsandina bi zimanê dayikê teşwîq bikin û got: “Niha li Amed, Êlih û Mêrdînê şaxên me hene. Em amadekariyan dikin ji bo li Stenbolê jî şaxeke xwe vekin. Li van şaxên me bi giştî 200 endamên me hene. Piraniya van endamên me mixabin mêr in û helbestvan in. Ne tenê li Kurdistanê, li gelek bajarên Tirkiyeyê jî endamên me hene.”
Metîna diyar kir ku di bin sîwana komeleyê de wan gelek komîsyonên mîna Komîsyona Jinê, Zîndan, Wêjeya Zarokan ava kiriye û her komîsyon li gorî xweseriya xwe, kar dike.
Zimanê dayîkê çerm, ê biyanî cil e
Roza Metîna ragihand, weke Komeleya Nivîskarên Kurd, ew bi Kurdî-Derê re jî xebateke hevpar dimeşînin û anî ziman, deriyê wan li her kesên bala wan li ser ziman û wêjeyê heye, vekirî ye. Herî dawî Metîna got, “Celadet Elî Bedirxan li ser ziman dibêje ‘Zimanê min ê dayikê yê min e, yê mirovên din jî kincekî li min e’. Ji ber vê yekê weke nivîskarên kurd em bang li her kesî dikin ku xwedî li parçeyek ji hebûna xwe derkeve.”
AMED