Mirovan bi sedhezarên salan tenha bi zimanê devkî dan û standin li gel hev dikir û pêwîstîya wan bi zimanê nivîskî tinebû. Lê belê bi pêşketina şaristaniya mirovî ra hin mercên jiyanê peydabûn ku êdî pêwîstî bi nivîsîn û tomarkirina tiştan pêk hat û wisa berî niha bi dora pênc hezar sal li herêma Mêzopotamya awayê nivîsînê yê herî kevin peyda bû. Nivîsîn bixwe ew şêwaze ku kesê nivîser bi hin îşaretan ramana zimanê devkî li ser qermîtan, yan çermê sewalan, yan li ser kaxetê, yan jî li ser perdeya komputer û hwd. qeyd bike bi awayekî ku kesê xwîner bi xwendina wan îşaretan bi temamî ramana zimanê devkî têbigihîne. Yanê awayê nivîsînê hevpeymaneke ( lihevkirineke) di navbera nivîser û xwîner de. Helbete ji vê hevpeymanê ra rêz û rêzik pêwîstin. Ji koma van rêz û rêzikan ra rêziman tê gotin. Nivîser û xwîner divêt li gor qeydên rêzimanî tevbigerin daku ew ramana ji zimanê devkî bi destê nivîser hatiye qeydkirin bi temamî ji aliyê xwîner va bête têgihîştin. Yanê xwîner bêyî zanîna rêz û rêzikan (rêziman) nikare ramana ku di nivîsê da heye bi temamî têbigihîne.
Di destpêkê da mirovan (kesên nivîser) ji her bêjeyekê (peyvekê) ra îşaretek danîne. Paşê dîtine ku hejmara îşaretan çiqas pirr be jî dîsa têra hemû peyvan nake. Êdî li çareyekê geriyane û vê carê bawer kirine ku kîte hêmana here biçûk ya zimane û wisa demeke dûr û dirêj ziman li gor kîteyan tomar kirine. Lê belê, hejmara îşaretan têra kîteyan jî nekiriye û wisa neçar mane ku kîteyan jî bi tîpan derbibirin. Ev jî tenha pêkan bûye ku du komên tîpan hebin: Dengdêr û dengdar (Konsonant, Vokal).
Helbete, ev pêvajoya ku em li vir didin xuyakirin, ne wisa sade û hêsane. Heger nivîser û xwîner ew kes bixwe be, yan jî du kesên taybet bin û di yek demê da bin, ti arîşe û pirsgirêk peyda nabin. Lê belê, heger kesê nivîser pêş hezar salî ramanek ji zimanê devkî nivîsandibe û kesê xwîner piştî ewqas dem hewl bide ramana ku hatiye tomarkirin têbigihîne, ew ê rastî gelek arîşeyan were; ji ber gelek sedeman:
a) Rêz û rêzikên nivîser ne li ber destê wî ne.
b) Ziman alaveke guhêrbare; bi demê re, roj bi roj, sal bi sal û bi taybetî jî ji nifşekî ta nifşê din tê guhertin. Ziman herdem li gor pêwîstîyên jiyanê û bi bandora zimanên din tê guhertin.
Bi gelemperî, pirraniya mirovan di awayê bilêvkirina gotinan da zexelin û ji ber wê heya ji wan tê gotinan kin û kêse bi lêv dikin; bê guman, bi mercê ku yê guhdar mebesta wan têbigihîne.
Divêt li ber çav bê girtin ku ev pêvajoya han ji sedsalan û hezarsalan va bi bandor û hîkare û bi vî awayî hemû zimanên ku li cîhanê hene herdem di guhertinê da ne. Gava pirraniya gelekî, ji ber hin mercên siyasî û dîrokî zimanê nivîskî bi kar neyîne, piştî demekê, dikare rewşeke wisa peyda bibe ku ew nema baş ji zimanê nivîskî fêm dike û ew welat neçar dibe rêformekê di zimanê nivîskî da pêk bîne; daku li gel zimanê devkî bigunce. Zimanê devkî dikare di hundirê welatekî da li her herêmekê bi awayekî din bê guhertin û wisa zarava û devokên têvel peyda bibin. Lê belê, gava pirraniya gel zimanê nivîskî bi kar bîne, herku diçe yekîtîya ziman xurt dibe û rê li peydabûna zarava û devokan tê girtin.
Nivîsîn û tomarkirinên here pêşîn li Mêzopotamiyayê bi awayê nivîsîna mîxî bûn û li Misirê bi şêwazê hîreoglîfî bûn. Pêşiyên me Kurdan nivîsîna mîxî bi kar anîne. Wek ku têye gotin, awayê nivîsîna mîxî tenha maneyê dide xuyakirin û bilêvkirinê nade zanîn. Piştî ku alfabe peyda bûye, Kurdan jî alfabeyek ji bo xwe peyda kiriye, lê di pey ra ev alfabe wenda bûye. Alfabe jî bûye du şêwaz: Ya aramî ku li rojhilat belav bûye û ya yûnanî li Yûnanistanê û ji wê jî ya latînî li Ewrûpa belav bûye. Alfabeya kîrîlî jî ji ya yûnanî peyda bûye û wisa ya farisî û ya erebî jî ji ya aramî peyda bûne.
Piştî hatina îslametiyê hema bêje her tişta meyî ku bi nivîskî hebû, hatiye wendakirin. Piştî wê demê Kurdan nivîsên xwe bi alfabeyeke ku ji ya aramî hatiye wergirtin, nivîsandine. Ev şêwaz heya niha jî li başûr û rojhilatê Kurdistanê têye bikaranîn. Piştî sala 1932´an Kurdên bakur û rojava zimanê xwe bi tîpên latînî dinivîsînin.
Mîr Celadet Bedirxan alfabeya xwe di kovara HAWAR´ê da belavkiriye ku ji sala 1932´an heya 1943´an li Şamê dihate weşandin. Ji hejmara 1´ê heya 24´an kovar hên bi tîpên aramî hatiye weşandin û hejmarên piştî wê êdî bi tîpên latînî hatine weşandin. Ji bo nivîsandina kurmanciyê bi tîpên latînî, mîrê me 31 tîp çespandine ku ew jî evin:
Hûrek:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Girdek:
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z
Gelo mamostayê me di hilbijartina van tîpan da li ser çi rêbazê çûye? Di her zimanekî da ku bi tîpên latînî tê nivîsandin, bikaranîna her tîpekê ji van tîpan ji bo dengê ku divêt bide hinekê cudahî heye. Bi vê dîtinê, ka em li ser hilbijartina hin tîpan, ji bo dengê ku divêt di kurmancî da bide, hinekê gengeşe bikin.
Ev mijar dê berdewam be…..
l Têbînî: Li vir paşkîtên de, ve û re li gorî tercîha nivîskar weke da, ve û ra hatin nivîsîn. Di heman demê de lêkera bûn di kesandina xwe de dema ku bi rengê şikandina kîtan divê ji hev bê qutkirin, dîsa li ser tercîha nivîskar, bi hev ve hatiye nivîsandin; mînak, "kîte hêmana here biçûk ya zimane" li şûna "kîte hêmana here biçûk ya ziman e."